Îfadeya 6 rojnamevanan wê îro bê girtin
6 rojnamevanên ku ji 25'ê Kanûnê ve di binê çavan de ne, wê îro îfadeya wan bê girtin.
6 rojnamevanên ku ji 25'ê Kanûnê ve di binê çavan de ne, wê îro îfadeya wan bê girtin.
Midûra ETHA Derya Okatan, Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya hatiye girtin Omer Çelîk û nûçegihanê wê Metîn Yoksû, Midûrê Karê Nivîsan ê rojnameya Yolcûlûk Eray Sargin, Edîtorê berê yê Dîken Tûnca Ogreten û xebatkarê rojnameya Bîrgunê Mahîr Kanaat, ji 25'ê Kanûnê û vir ve li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ne.
Rojnamevan Okatan jî ev 23 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Polîs li parêzeran geriyan û gotin, wê îro îfadeya rojnamevanan bê girtin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Gulhan Kaya got, "Wergirtina îfadeya muwekîla me Derya Okatan li polîsan wê îro dest pê bike. Lê belê nehat gotin, ku wê dozgerî kengî îfadeya wê bigire."