Balafira kargo ya Tirk ket xwarê: Bi dehan kes mirin

Balafireke kargo ya Tirk, ku kêm ma bû xwe li paytexta Kirgizîstan Bîşkekê deyne, ket xwarê. Di bûyerê de herî kêm 37 kes mirin.

Balafir ji Hong Kongê bi rê ketibû û berî bigihêje Stenbolê wê xwe li Bîşkekê danîbûya. Tê gotin, ji ber rewşa nebaş a hewayê ketiye xwarê.

Balafira kargo ya bi tîpa Boeîng 747-400 a Rêyên Hewayî ya ACT Tirk, piştî ku saet di 07:40 de têkilî pê re qut bû, li gundekî nêzî balafirgeha Manasê ket xwarê.

Di bûyerê de herî kêm 37 kesî jiyana xwe ji dest dan, ku 2 jê pîlok û 4 personelên balafirê ne, yên din jî gundiyên balafir li gundê wan ketin xwarê ne.

Piştî ku balafir ket, li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kir.