Dîktatoriyên Zîmbabve û Malavî rewşa heyî Tirkiyeyê eşkere dikin

Mînakên Zîmbabve û Malavî nîşan didin, sîstema ji parlamenteriyê derbasî serokatiyê dibe, rê li ber dîktatoriyê vedike. Rewşa li van her du welatan, ji Tirkiyeyê ne cudatir e.

Sîstema serokatiyê ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ev demeke dirêj e xistiye rojeva welêt, polîtîkaya ku ji hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê û vir ve ji bo avakirina vê sîstemê dimeşîne, ji sîstemên dîktatoriyê yên li welatên Afrîkayê Zîmbabve û Malavî ne cudatir e.

Polîtîkayên antî demokratîk ên Serokkomarê Tirk Erdogan, ji polîtîkayên antî demokratîk ên Serokdewletê Zîmbabve Robert Mûgabe û Serokdewletê berê yê Malavî Hastîngs Kamûzû Banda gelekî dijwartir. Tevî vê yekê jî pêvajoyên afirandina sîstema serokatiyê ya li van her sê welatan gelekî dişibin hev.

RÊWÎTIYA ZÎMBABVE Û MÛGABE BER BI DÎKTATORIYÊ VE

Siyasetmedarê Zîmbabve Robert Mûgabe, ji sala 1987'an û vir ve serokdewletê vî welatî ye.

Mûgabe tevî Yekîtiya Neteweyî ya Afrîkayiyên Zîmbabve, ku di salên 1970'î de lîderê wê bû, di şerê dijî hikûmeta Rodezya de bi ser dikeve û di sala 1980'î de welatê xwe rizgar dike. Di hilbijartina piştî serxwebûnê de partiya wî Yekîtiya Neteweyî ya Afrîkayiyên Zîmbabve (ZANU) di meclîsa ji 100 kursiyî de 57 kursiyan bi dest dixe.

Bi vê encamê re Mûgabe dibe serokwezîrê destpêkê yê welatê serbixwe. Tevî ku di dema serokatiya xwe de ji bo welatê xwe hin gav avêt jî, roj bi roj bi hêza xwe ya xurt berê xwe da dîktatoriyê.

Gava destpêkê ya ber bi dîktatoriyê ve, qedandina koalîsyona bi Joshûa Nkomo di sala 1982'an de avêt. Mûgabe, Nkomo û partiya wî sûcdar kir ku hewl daye wî tê bibe û piştre li dijîe ndamên partiya xwe ZAPU jî ket nava helwesteke tund.

DÎKTATORIYEKE KU RÊ LI BER MIRINA BI HEZARAN KESÎ VEKIR

Li ser vê yekê, li welêt şer derket û piraniya wan Ndebeleyiyên ji partiya Nkomo, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di sala 1985'an de Mûgabe, rê li ber hevdîtinên aştiyê di navbera Nkomo û partiya wî ZAPU de vekir û lîderê mûxalefetê Nkomo kir alîkarê Serokwezîr. Lê vê yekê demeke dirêj dewam nekir.

Mûgabe qîma xwe bi sîstema parlamenteriyê nedît û xwest he bêhtir bibe xwedî hêzê. Di sala 1987'an de destûra bingehîn guherand û welat xist nava sîstema serokatiyê. Heta wê salê jî bi rengekî sembolî li meqama Serokkomariyê ma.

Mûgabe piştî ku ji sîstema parlametneriyê derbasî sîstema serokatiyê bû, bi polîtîkayên xwe yên çavtirsandinê re, her wiha bi zexta li mûxalefetê kir, di hilbijartinên salên 1990, 1996, 2002, 2008 û 2013'an de bi ser ket û hê jî serokdewletê Zîmbabve ye.

QEDEXE YE KU MÛGABE BIÇE EWROPAYÊ

Ji ber polîtîkayên antî demokratîk ên piştî bicihkirina sîstema serokatiyê, li gelemperiiya cîhanê gelek rexne li Mûgabe hat kirin. Her wiha bi karên ne li rê, hewldanên tepisandina mûxalefetê, bi rengekî nebaş rêvbirina reforma axê, bi rengekî nebaş rêvebirina aboriyê û binpêkirina mafên mirovan tê sûcdarkirin.

Li Mûgabe hatiye qedexekirin ku biçe Yekîtiya Ewropayê. Mûgabe tenê di sala 2008'an de bi destûreke taybet a ji Îtalyayê wergirtî karîbû biçe Vatîkanê.

LI MALAVIYÊ DÎKTATORIYA 23 SALAN A BANDA Û MIRINA 20 HEZAR KESÎ

Malavî ku welatekî Afrîkayê ye, di sala 1964'an de ji mêtîngeriya Îngilîzan rizgar bû û piştî ku serxwebûna xwe îlan kir, bi sîstema parlamenteriyê hat birêvebirin. Hastîns Kamûzû Banda bû Serokwezîrê welêt.

Kamûzû Banda ku heta sala 1971'ê di nava sîstema parlamenteriyê de weke Serokwezîr welat birêve bir, wê salê destûra bingehîn guherand û welat xist nava sîstema serokatiyê. Di wê demê de erka Serokdewletê heta dawiya emrê xwe da xwe û bi vî rengî xwest, heta mirinê li ser desthilatdariyê bimîne.

HER KESÊN MÛXALÎF JI HOLÊ RAKIR

Banda di dema desthilatdariya xwe de siyaseta yek partiyê pejirand û ji bilî partiya Kongreya Malavî ku wî bi xwe ava kir, destûr neda ti tevegereke siyasî. Bi vî awayî bi dîktatoriyê welat bi rê ve bir.

Banda bi rêya biryarnameyên xwe welat bi rê ve bir. Ji her herêmê ji nava 5 parlamenterên di hilbijartinên parlamentê de hatin hilbijartin, yek dineqand û bivî rengî li parlamentê bi cih dikir.

Banda bi vê sîstema xwe, welat bêyî mûxalaefetê bi tena serê xwe bi rê ve bir. Her kesên li dijî xwe mûxalîf dît, di nava partiya xwe de jî kesên weke mûxalîfê xwe dît, kuşt.

Bi demê re Banda ti mûxalîf nehişt û li welatê Malavî bû yekane kesê xwedî mafê gotinê.

Banda qanûnên li ser cil û bergan jî derxist û li xwekirina pantolonan li jinan, dirêjkirina por jî li mêran qedexe kir.

20 HEZAR MIROV HATIN KUŞTIN

Di dema desthilatdariya Banda de, di şerê li dijî mûxalefetê û gelek kesan de 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Banda li ber mirinê, di sala 1994'an de destûr da ku hilbijartina demokratîk bê kirin. Di encama vê hilbijartinê de hevrikê wî Bakîlî Mûlûzî bi encameke gelekî zêdetir li dijî wî bi ser ket. Û piştre têkçûna xwe qebûl kir û cihê xwe radestî Bakîlî Mûlûzî kir.

Heman piştî vê têkçûnê, di sala 1995'an de Banda bi kuştina sivîlan hat sûcdarkirin. Lê belê ji ber kêmaniya delîlan hat berdan.

Banda ku bi polîtîkaya xwe ya zextê welat 23 salan bi dîktatoriyê bi rê ve bir û ji mirina 20 hezar kesî berpirsyar tê dîtin, di sala 1997'an de dema 99 salî bû li nexweşxaneyek li Afrîka Başûr jiyana xwe ji dest da.

SIYASETA ERDOGAN NE KÊMÎ YA LI MALAVÎ Û ZÎMBABVE YE

Rastiya li van her du welatên ku ji sîstema parlamenteriyê derbasî sîstema serokatiyê bûn, bi vî rengî ye. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ku piştî têkçûna di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi rengekî fîîlî rêveberiya welêt xist bin kontola xwe û dixwaze ji sîstema parlamenteriyê derbasî sîstema serokatiyê bibe, bi polîtîkayên xwe nîşan dide ku ne kêmî dîktatoriyên li Malavî û Zîmbabve ye.

BI GOTINA DEMOKRASIYÊ DEST PÊ KIR Û DÎKTATORIYA XWE AVA KIRIN

Dema pêvajoya li Malavî û Zîmbabve tê lêkolînkirin, tişta ku herî zêde balê dikişîne ew e; her du dîktatoran bi gotina demokrasiyê dest bi kar kirin û piştre êrîşî mûxalîfan kirin, atmosfereke tirsê xistin nava welêt, ji vê tirs û xofê sûd wergirtin û bi vî rengî sîstem guherandin û serokatiya xwe îlan kirin.

Hêjayî gotinê ye, Erdogan dema ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê bû di axaftineke xwe de digot, 'Demokrasî ji bo me ne armanc e, amûr e'. Rewşa heyî ya Tirkiyeyê radixe pêş çavan ku desthilatdariya heyî dixwaze Tirkiyeyê ber bi ku ve bibe.