Erdogan û Alpay serdana Ozgurlukçu Demokrasî kirin
Asli Erdogan û Necmiye Alpay ku ji ber sedema endamê Desteya Rêveber a Ozgur Gundemê bûn hatibûn girtin û beriya bi demeke kin hatibûn berdan, serdana Ozgurluçu Demokrasî kirin
Asli Erdogan û Necmiye Alpay ku ji ber sedema endamê Desteya Rêveber a Ozgur Gundemê bûn hatibûn girtin û beriya bi demeke kin hatibûn berdan, serdana Ozgurluçu Demokrasî kirin
Endamên Ozgur Gundemê a ku bi BHQ’yê hatibû girtin, nivîskar Aslî Erdogan û zimannas Necmîye Alpay, bi mebesta piştgiriyê serdanan Ozgurlukçu Demokrasî kirin.
Alpay û Erdogan ji hêla Gunay Aksoy ve, edîtorê rojnameyê û parêzer Ozcan Kiliç ve hatin pêşwazîkirin. Alpay û Erdogan têkildarî serdanê gotin, ‘’Pir xweş e ku dîsa em li vir in’’
Alpay diyar kir bi wê pir giran e ku ew ne li Ozgur Gundemê ye û got: ‘’Em gelekî hînî Ozgur Gundemê bûbûn û ji ber ku niha nîn e em pir pê diêşin. Em malovaniyê li Ozgurlukçu Demokrasî dikin ku ev kevneşopî domandiye û em vehewandin.’’ Asli Erdogan jî got piştî bi mehan em li vir vegeriyan. Li gel ew qas êşa ku jiyan e dîsa kêfxweş in ku niha li vir in û bi berdewamî, ‘’Lê niha bînahiyeke dî, navekî dî heye lê dîsa jî pir xweş e ku em dibînin berdewam dike. Ji bo min pir karîger e û girîng e. Pir hêvîdar e ku li gel ev çend zext û zordariyan hê jî rojname derdikeve. Me dît tenê ji bo nûçeyekê jî çi qas zehmetî hatin kişandin, çi qas berdêl hatin dayin. Serdemeke giran e, hêvî dikm ku ev nûçe wê rastiyê hinekî ronak bikin.’’