BI DÎMEN

Partiya Keskan: Li dijî Erdogan nerazîbûneke zelal divê

Piştî SP a Swîsreyê, partiya Keskan jî li dijî polîtîkayên antî-demokratîk ên Erdogan biryara têkoşînê da. Di civîna delegeyên navendî ya Keskan de, polîtîkayên Erdogan bi zimanekî tûj hatin rexnekirin.

Swîsre piştî SP'ê û şûn de Keskan jî li dijî polîtîkayên antî-demokratîk ên Erdogan biryara têkoşînê da. Di civîna delegeyên navendî ya Keskan de, polîtîkayên Erdogan bi zimanekî tûj hate rexnekirin, bang hate kirin ku Ewropa dev ji helwestên xwe yên nerm berdin.

Piştî Partiya Sosyalîst a Swîsreyê biryar girt û şûn de, îro di kongreya delegeyên navendî ya Keskan a Swîsreyê de, têkildarî dewleta Tirk biryarên girîng hatin girtin. 

Di kongreyê de ku li bajarê La Chaûx-de- Fonds hate lidarxistin, Hevserokê Keskan Regûla Rytz û Lûca Maggî, li gel delegeyên li tevahiya Swîsreyê û parlementerên netewî û kantonan li ser daxwaznameya taybet Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mîhtah Sancar jî beşdar bû.

Civîn di saetên sibehê de bi axaftina Hevserokên Giştî yên Keskan Rytz û Maggî ve destpê kir. Keskan xebat û planên ku di dema pêş de pêk bînin nirxandin.

Di rûniştina danê nîvro de piranî li ser mijarên mîna Serokkoarê Tirk Erdogan û polîtîkayên AKP'ê yên antî-demokratîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê didin meşandin hate sekinîn.

HAŞIMÎ SANCAR: HEMÛ DISTÛRÊN HIQÛQÊ TÊN BIN PÊ KIRIN

Di rûniştina piştî danê nîvroyê de Parlementerê Kantona Bern a Keskan Haşim Snacar destpêkê axivî, ewilê bûyerên di demê dawî de li Tirkiyeyê diqewimin nirxand û got Erdogan hemû distûrên hiqûqê tine dihesibîne û dixwaze li Tirkiyeyê sîstemekî yekmêrî bide avakirin û serweriya wê bike.

MÎTHAT SANCAR: NÊZÎKATIYÊN EWROPA YÊN NERM NAYÊ QEBÛLKIRIN

Piştî Haşim Sandar Parlemeterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ê li ser daxwaza taybet hate dewetkirin mafê axaftinê girt.

Sancar bal kişand ser guhertina Distûra Bingehîn û avakirian sîstema serokatiyê û got: "Îro sîstema serokatiyê ya ku Erdogan dixwaze li Tirkiyeyê bide avakirin, ne weke sîstema serokatiyê ya ku Ewropa dizane ye. Niha li Tirkiyeyê sîstemekî ku yek kes dikare li ser her tiştî biryar bide tê gotûbêjkirin. Hemû siyaseta xwe li ser avakirina sîstemekî yekmêrî bide avakirine."

Sancar diyar kir ku dewleta Tirk û Serokkomarê Tirk Erdogan hem li Tirkiyeyê û Rojava li dijî Kurdan şer dide meşandin. Sancar destnîşan kir ku li dijî Kurdan û nûnerên siyasî polîtîkayên bi temamî tinekirinê dixe meryetê.

Sancar êrîşên li dijî HDP'ê tên kirin jî bi bîr xist û rexne li nêzîkatiyên nerm ên Ewropa li bermaber êrîşên Tirkiye yên li ser Kurdan tên meşandin jî kir. Sancar wiha pê de çû: "Demeke kû Erdogan hemû distûrên hiqûqî bin pê dike, bi awayekî giştî bi hemû distûrên antî-demokratîk dixwaze sîstemekê ava bike, polîtîkaya bêdeng a Ewropayê nayê qebûlkirin."

RYTZ: DIVÊ LI DIJÎ ERDOGAN BERTEKÊN ZELAL BÊN RABERKIRIN

Piştî Sancar Hevserokê Keskan Regûla Rytz axivî û diyar kir ku polîtîkayên antî-demokratîk ên Erdogan niha dişopîne nayê qebûlkirin, divê her ferdekî li Ewropayê dijî li dijî polîtîkayên bê hiqûqiyê û qirkirinê li Tirkiyeyê tên meşandin bikevin nava tevgerê. Rytz bertekên Ewropayê ya nerm a li dijî êrîşên Tirkiyeyê jî rexne kir û got: "Divê li dijî Erdogan êdî bertekên şêber û zelal bên raberkirin, divê piştgiriya bi beşên demokrat ên li Tirkiyeyê bi taybet bi HDP'ê re bê xurtkirin."

Keskên Swîsreyê ji rewşên li jêr hatine rêzkirin bi metirsîdar in:

Girtina parlementerên HDP'ê û hevşaredaran.

Zext û êrîşên li ser çapemeniyê, azadiya raderbirîn û girtin, her wiha êrîşên li ser dezgehên civaka sivîl.

Girtina Rojnamevan, xwendekar û akademîsyenan, ji kiryarên dewletê yên ku her diçe ji hiqûqê dûr dikeve me dixe nava fikaran.

Keskên Swîsreyî ji konseya Federal a Swîsreyê ev tişt daxaz kir:

Divê li dijî îxlalên mafê mirovan, distûrên êşkence, daraza serbixwe û cezayê darvekirinê yên ku ji nû ve dixwazin li Tirkiyeyê bikin rojev, der bikin hewldan bên kirin.

Li Tirkiye ji bo parastina mafê mirovan ên bingehîn tê amanckirin ku zextê li Tirkiye bikin?

Tenê şermezarkirina girtina parlementerên HDP'ê yên hatin hilbijartin na, di heman demê de daxaza azadkirina nûnerên mafê gel û parêzvanên demokrasiyê bê kirin. Nûnerên Swîsreyî yên li Tirkiyeyê, divê wekîlên HDP'yî û hevşaredarên hatine girtin ziyaret bikin.

Divê Komîteya Ewropayê, ji bo lêkolînkirina şert û mercên girtîgehên li Tirkiyeyê û pêşîlêgirtina êşkenceyan, daxwaz bê kirin ku bikevin nava hewldanan.

Divê nûnerê Swîsreyî biçin Tirkiyeyê, beşdarî dozên hilbijartiyan bibin û di vê mijarê de divê Swîsreyê agahdar bikin.

Divê parêzvanên mafê mirovan û dezgehên civaka sivîl ên li dijî êşkenceyê têkoşînê didin meşandin bên piştgirî kirin.
Ji bo alavên leşkerî û têkiliyên bi leşkerî re bên rawestandin bi lezgînî bikevin nava tevgerê.
Swîsre, ji bo şerê li Tirkiyeyê bi dawî bike divê rêyên aştiyane bibîne.

Li ser prensîbên Konseya Ewlekariyê ya NY'yê tevgerkirin û ji bo pêşî li şideta û zextên li ser jinê bên girtin, bikevin nava hewldanên aştiyê û ewlekariyê.