Rûsya baregehên xwe yên li Sûriyeyê mezin dike

Ajansa Nûçeyan a Rûs Înterfaxê ragihand, Rûsya dixwaze bargehên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê nû û mezin bike.

Hat ragihandin, wê li baregeha hewayî ya Hmeymîm a li nêzî Lazkiyeyê, pîsteke duyemîn a balafiran bê çêkirin. Tevî vê yekê wê li baregeha deryayî ya Taroûsê xebat bên destpêkirin û bikin ku keştiyên hîn mezintir ên weke krûvazor karibin lê bisekinin.

Li gorî Înterfaxê, artêşa Rûs her wiha sîstema parastinê ya hewayî S-300 û Bastîon jî bi cih bike.

Balkêş e ev yek piştî standina Helebê ji destê komên çekdar tê kirin. 

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, di meha Kanûnê de dabû xuyakirin, ku ew ê beşek ji hêzên xwe yên li gel artêşa Sûriyeyê tevdigerin, vekişînin. Lê belê Moskowa dixwaze hebûna xwe ya leşkerî ya li baregehên Hmeymîm û Tartûsê mayînde bike.

Piştî ku Heleb hat bidestxistin, artêşa Rûsyayê di nava meha Çileyê de şeş balafirên xwe yên bi tîpa Soûkhoî SU-24 vekişand û li şûna wan çar balafirên SU-25 ên êrîşên bejahî dikin, bi cih kir. Ev balafir li baregeha Hmeymîmê hatin bicihkirin.

Rûsya hebûna xwe ya li herêmê xwe li gelek qadan dide hîskirin. Li gorî ajansa nûçeyan Spûtnîkê, şêniyên Hûmsê, biryar dane li bajarê xwe navendeke zimanê Rûsî vekin. Eger Rûsya jî di fînansmana vê navendê de bibe alîkar, wê qursên ziman bê pere bin.

Tevî şerê heyî jî, li Şamê navendeke çand û zimanê Rûs heye.