Zanîngeha Mûsilê ji DAIŞ'ê hat standin
Hêzên taybet ên Iraqê, Zanîngeha Mûsilê ji koma dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê rizgar kirin.
Hêzên taybet ên Iraqê, Zanîngeha Mûsilê ji koma dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê rizgar kirin.
Ji berdevkên artêşa Iraqê Sabah El Nûman got, "Zanîngeh bi temamî hatiye rizgarkirin." El Nûman diyar kir, li Zanîngehê lêgerîn dewam dike û got, "Li avahiyê gelek xefikên ji teqemeniyan hatine danîn. Lewma em bi baldarî li nava avahiyê tevdigerin."
Berdevk da xuyakirin, operasyona wan wê nesekine û yekîneyên antî terorê amadekariyên xwe dikin ji bo taxên derdorê jî rizgar bikin.
Zanîngeha Mûsilê li rojhilatê çemê Dîcleyê ye. Bi rizgarkirina vî cihî re tê payîn hêzên taybet li qiraxa çem hê bilezînin. Çav li rê ye, ji bo rizgarkirina taxên li rojavayê çem jî operasyon dest pê bike. Rojavayê bajêr hê jî di nava dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye.