Operasyona Mûsilê: 600 gund û navçe hatin rizgarkirin

Fermandariya Giştî ya Operasyona Nînovayê ragihand, ji 17'ê Cotmehê heta îro 600 gund û navçeyên Mûsil û derdora wê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Odeya Operasyonê ya Nînova, ji 17'ê Cotmehê roja destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê û heta roja îro, gelek gund, navçeyên stratejîk û herêm ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, heta niha 600 gund û navçey ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Odeya Operasyonê ya Nînovayê, herêmên operasyon lê hatin kirin, ev in:

-Aliyê bakurê bajêr, ji aliyê Tûgaya piyade ya 16. ve ku li rojhilatê Çemê Dîcle ye, ber bi aliyê rojhilatê bajar ve hatiye rizgarkirin.
 
-Aliyê başûr ji aliyê yekîneyên leşkerî yên polîsên Federal û hêzên wesayitên zirxî yên 9. ve hat rizgarkirin.
 
-Aliyê rojhilatê bajar hêzên Dij Terorê heya aliyê rojhilatê Çemê Dîcleyê rizgar kirine.
 
-Aliyê başûrêrojava jî hêzên polîsên Federal û Fermandariya Operasyona Odeyê ya Nînova û hêzên Heşd el Şeebî ve hat rizgarkirin.