EMEP'ê Distûra Bingehîn a yekmêriyê protesto kir

Partiya EMEP'ê, li Qada Galatasarayê Distûra Bingehîn a bi xwe re rejîma ditatoriyê tîne protesto kir.

Di çalakiya dirûşma "Ne darbe ne jî diktatorî; Tirkiyeyek demokratîk" hatin qîrkirin de Serokê Giştî yê Partiya EMEP'ê Selman Gukan wiah got: "Em ne mehkûmê vê darbeya Distûra Bingehîn in. Ger ku bê xwestin, em ê bajar bi bajar, navçe bi navçe, tax bi tax, kolan bi kolan bigerin, li dijî rejîmê însyatîfa na bi kar bînin."

Endamên EMEP'ê yên ku li Qada Galatasarayê kom bûn, Destûra Bingehîn a rê li ber rejîma yekmêriyê vedike protesto kirin. Di çalakiya Serokê Giştî yê Partiya EMEP'ê Selman Gukan beşdar bû de, pankarta bi nivîsa "Ne darbe, ne Rewşa Awarte; Tirkiyeyek demokratîk" hate vekirin. Girseyê dirûşmên mîna "Ne Rewşa Awarte ne jî Serokatiyê dixwazin", "Wê hov bişkên, gel wê bi ser bikevin", " Ne darbe, ne Rewşa Awarte; Tirkiyeyek demokratîk" û " Kar, Ked û Azadî" hatin qîrkirin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya EMEP'ê ya Stenbolê Gamze Erk ve hate xwendin. Erk destnîşan kir ku bi bi lez û bez dixwazin vê distûrê di Meclîsê de bidin erê kirin, welat bi Rewşa Awarte ya bê dem, zext û rejîma diktatoriyê bi rêve bibin. 

Erk wiha got: "Eger ku ev Distûra Bingehîn li Meclîsê bê erêkirin jî, em weke EMEP, refa kedkar û gelê kedkar; em rê nadin Serokatiya rê li ber teror û diktatoriyê vedike." Erk binî xet kir ku wê heta dawiyê parêzvanên wekhevî, azadî û laîktiyê bin.

Piştî daxuyaniyê Serokê Giştî yê EMEP'ê Selam Gurkan mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku ev distûr ne di berjewendiyên karker û kedkaran de, li ser daxwaza Erdogan a yek mêriyê ketiye rojeê. Gurkan wiha anî ziman: "Di demê ku ekonomî di heje, polîtîkayên şer û kaosê her ku diçe bi lez dibe, guhertina Distûra Bingehîn a çi? Em ne mehkûmî vê distûrê ne. Bingehîn in. Ger ku bê xwestin em ê bajar bi bajar, navçe bi navçe, tax bi tax, kolan bi kolan bigerin, li dijî rejîmê însyatîfa ava bikin û têkoşînê bikin. Çawa ku me di 1 Gulanê di tezkeraya şer û di hilbijartina 7'ê Hezîranê de bi serkeftin, em ê li dijî vê distûra yek mêrî û yek partiyê jî ser bikevin."

Çalakî bi dirûşmên "Bi yekgirtinê em ê bi ser bikevin" ve bi dawî bû.