Ahmet Turk ji girtîgaha Sîlîvriyê şandin Girtîgeha Xarpêtê

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê girtî, ji Girtîgeha Sîlîvriyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hate kirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku piştî qeyûm li şûna wî hate wezîfedarkirin û şûn de hate girtin, ji Girtîgeha Sîlîvriyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hate kirin.

Hat diyarkirin ku Turk duh di saetên şevê de sewqî Xarpêtê hatiye kirin. Parêzerên Turk jî ev agahiya sewqiyatê piştrast kir.

Li aliyê din Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî, ji Girtîgeha Kandira yê sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Xarpêtê hatibû kirin.