BI DÎMEN

Meş û xwepêşandanên ji bo azadiya Ocalan

Kurdistanî li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê û li bajarê Rennes ê Fransayê daketin qadan û daxwaza azadiya Ocalan krin. Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê jî 'Koordînasyona ji Ocalan re Azadî' bi civînekê dest bi kar kir.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, li gelek bajaran meş û xwepêşandanên "Ji Ocalan re azadî" lidarxistin.

Kurdistanî li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê û li bajarê Rennes ê Fransayê daketin qadan û daxwaza azadiya Ocalan krin. Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê jî 'Koordînasyona ji Ocalan re Azadî' bi civînekê dest bi kar kir.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, Kurd ji bo azadiya rêberê xwe daketin qadan. Li ser banga Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E mîtîngek hate lidarxistin.

Zêdeyî 500 kes li ber avahiya Şaredariya Dûîsbûrgê li hev civiyan û mîtîngek pêk anîn. Li ser navê girseyê axaftin li vir hat kirin û hat gotin, "Tecrîda ku faşîzma AKP'ê û dîktatoriya Erdogan li dijî Serok Abdullah Ocalan dimeşîne bi rêk û pêk hê dewam dike."

Piştî mîtîngê Kurdistanî ji ber avahiya şaredariyê heta Gara Trenê ya Dûîsbûrgê meşiyan. Çalakî bi axaftinên li vê derê qediya. Komek ji faşîstan hewl dan di dema çalakiyê de provokasyonê bike, lê Kurdistaniyan destûra vê nedan.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê, Kurdistanî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan.

Meş bi pêşengiya meclîsa gel a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Rennesê pêk hat û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Girseya gel saet di 16:00 de li ber lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiya û bi qîrîna dirûşma "Azadî ji Ocalan re" ber bi avahiya Şaredariya Rennesê ve meşiya.

Li pêşiya avahiya Şaredariyê jî mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Rennesê Mezher Kiliç li vir peyivî û got, "Em daxuyaniyên DYA, Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê yên li ser aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn ji dil nabînin. Navnîşana aştiya mayînde û aramiyê Îmrali ye. Lewma beriya her tiştî divê Birêz Ocalan azad bibe."

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.

MÎLANO

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, "Koordînasyona ji Ocalan re azadî", ku ji aliyê Komîteya Kurd a li Îtalyayê ve hat organîzekirin, bi beşdariya saziyên Îtalyayê dest bi karê xwe kir.

Di civînê de rewşa siyasî ya li Kurdistanê hat nirxandin. Koordînasyona ku ji bo meşa 11'ê Sibatê hat amadekirin, bi civînê re dest bi kar kir.