'Berdêla vê pêvajoyê giran e, lê destketiyên wê jî wê mezin bin'

Li ser bûyerên li Kurdistanê diqewimin li Awûstûryayê panelek hate lidarxistin. Qisekeran dan xuyakirin, ku berdêlên pêvajoya heyî giran e, lê destketiyên wê jî wê mezin bin.

Civîn ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve li bajarê St. Poltenê hat organîzekirin û tevî Kurdistaniyan gelek dostên Kurdan jî tevlî bûn.

Qisekeran dan xuyakirin, ku berdêlên pêvajoya heyî giran e, lê destketiyên wê jî wê mezin bin.

'WÊ NIKARIBIN SERÎ LI ME BIDIN TEWANDIN!'

Qisekeran işaret bi zilma AKP'ê kirin û gotin, "Yê ku biryara şer daye Kurd nîne, AKP ye. Sedema kaosa heyî jî, ew hêz e ku biryara şer dane. Hovîtiya salên 90'î hê bi dijwarî dimeşînin û hewl didin bi vî rengî encamekê bi dest bixin. Binçavkirin, girtin, zilm, îşkence û komkujiyan di wê demê de serî li vî gelî neda tewandin. Îro jî wê nikaribe serî bide tewandin. Ya bi ser bikevin wê têkoşîna meşrû û mafdar a vî gelî be."

Di civînê de banga tevlîbûna li kampanya "xwedîderketina malbatan a li hev" hat kirin. Her wiha ji bo meşa dirêj ê 1-2'ê Sibata 2017'an a navbera St. Polten-Viyanayê û mîtînga li Strasboûrgê hat kirin.