Polîsan nehiştin ku rojname werin belavkirin
Polîsan li Edeneyê belesebep dest li ser rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya danîn.
Polîsan li Edeneyê belesebep dest li ser rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya danîn.
Li Seyhan Edeneyê, li taxa Barbaros, li ser Kolana Bazara Çarşemê, dema ku rojanmeyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya dihatin belavkirin, wesayiteke zirxî tax dorpêç kir û dest li ser rojnameyan danîn.
Di kêlîkeke wiha de ku belavker ne li wir bû, polîsan dest li ser rojnameyên di motersîklêtê de bû, danîn, xwestin ku motersîklêtê jî bibin lê ji ber ku neket wesayita zirxî, li wir hiştin.