Yuksekdag: Doza me wê bibe vegotina têkoşîna edaletê

"Me heta niha ti sînor, astengî û bend nas nekir. Em, dîwarên girtîgehê jî li pêşiya têkoşîna xwe ya ji bo maf, hiqûq û azadiyê weke astengiyê nabînin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji Konferansa Hiqûqê ya Navneteweyî re peyamek şand, ku konferans bi sernavê "Di nava şert û mercên Rewşa Awarte de sîstema dadgeriyê ya Tirkiyeyê" tê lidarxistin.

Yuksekdag got, "Ji bo ku em ji hêza danehevî û pêşvebirinê ya li qada têkoşîna edalet û hiqûqê bawer bikin, gelek sedemên me hene" û wiha dewam kir: "Mixabin ji ber girtinê û mercên giran ê bêhiqûqiyê em nikarin li nava we bin. Lê belê ev rewş li pêşiya piştevanî û nêrîna me ya hevpar ne asteng e. Me heta niha ti sînor, astengî û bend nas nekir. Em, dîwarên girtîgehê jî li pêşiya têkoşîna xwe ya ji bo maf, hiqûq û azadiyê weke astengiyê nabînin. Berevajî, di nava şert û mercên heyî û li dijî van mercan, hişmendiya bilindkirina têkoşînê, rêya me ronî dike."

Yuksekdag diyar kir, tevî ku qada wan a sazîbûna demokratîk li wan hatiye girtin, qedexekirin û dorpêçkirin jî, danevî û asta derketiye holê gihîştiye wê radeyê ku ti ji desthilatdaran nikare vê yekê tine bikin.

'REWŞA HERÎ NEBAŞ A HIQÛQÊ LI HEMBERÎ ME YE'

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag destnîşan kir, ku hiqûq kengî hat wateya mafê demokratîk, kengî azadî ewle kir û li dijî dewletê, takekes û civak parast, hingî sîstemeke hiqûqê ya rasteqîn dikare bê afirandin.

Yuksekdag got, "Di roja îro de, rûyê herî nebaş ê hiqûqa serdestan, mêtîngeran, hiqûqa cihêkar û zordar li hemberî wan e" û anî ziman, hêzên serdest bi xwe vê sîstema bêhiqûqiyê nas nakin. 

Yuksekdag diyar kir, weke encameke vê krîza hiqûqê, ku di nava krîza civakî-siyasî de derket holê, ew îro hatine girtin û got, "Di demeke gelekî nêz de em ê weke hêza afirîner a jiyaneke nû û hiqûqeke nû, bên bîranîn. Her dozeke me ku di asta dîrokî de girîng e, wê bibe vegotina têkoşîna edalet û azadiyê û di hişê mirovan de cih bigirin."

Ez silavê xwe ji hemû hiqûqnasên ku ked, danehevî û hunera xwe tevlî vê pêvajoyê kirine, dişînim."