Kahraman: Wê bibe sedsala Kurdan
Rojnamevan-Nivîskarê Kurd Ahmet Kahraman li Amsterdamê di panelekê de axivî û got, "Gelê Kurd ne ew gelê bêrêxistin, bêxwedî û bêartêşê yê salên 1920'î ye. Sedsala 21'an wê bibe sedsala Kurdan."
Rojnamevan-Nivîskarê Kurd Ahmet Kahraman li Amsterdamê di panelekê de axivî û got, "Gelê Kurd ne ew gelê bêrêxistin, bêxwedî û bêartêşê yê salên 1920'î ye. Sedsala 21'an wê bibe sedsala Kurdan."
Li paytexta Hollanda Amsterdamê, navenda Civaka Demokratîk a Kurd panelek lidar xist. Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Ahmet Kahraman weke qiseker beşdarî panelê bû û got, "Komara Tirkiyeyê vê carê bi rengekî cuda hildiweşe. TC vê carê bi awayekî din ket. Zerara ku hikûmeta Erdogan daye, nepêkane ku di nava 20-30 salan de ji holê were rakirin."
Kahraman bal kişand ser hovîtiya DAIŞ'ê û got, "Vana, ji bilî bawerî û mezheba xwe, baweriyeke din nas nakin. Ev mezheb îro, rêxistineke mîna AKP'ê weke alîgirê xwe dibîne. Ev keriyê kujeran ku xwedî heman mejî ne, berî niha bi çend mehan li Cizîrê, piraniya wan xwendekarên lîse û zanîngehê 147 kes bi saxî şewitandin."
Kahraman diyar kir, welê li civaka Tirk kirine ku nikare li ber van komkujiyan jî rabe û got, "Di bin navê 'terorîst' de nêrînên nîjadperest û faşîzan mîna jehrê dide civakê. Gelo pêkane ku civakeke bi vî rengî ji nû ve bê rehabîlîtekirin?"
Kahraman da xuyakirin, ku Erdogan civak tev kontrol kiriye û got, "Yên ku mûxalîf mane, tenê Kurd in. Yên ku li dijî dîktatoriyê li ber xwe didin, tenê Kurd in."
'KURDAN NEHIŞTIN HOVÎTÎ LI CÎHANÊ BELAV BIBE'
Di dewama axaftina xwe de Kahraman got, "Gelê Kurd mîna salên 1920'î ne gelî bêrêxistin, bêxwedî û bêartêş e. Eger îro ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest didin, belasebep jiyana xwe ji dest nadin. Dostên gelê Kurd, hevalbendên gelê Kurd jî bi vê yekê baş dizanin, ku sedsala 21'an wê bibe sedsala Kurdan. Yekane tevgera ku li Rojhilata Navîn sekuler e, demokrat e û hurmetê nîşanî mafên mirovan û azadiyê dide, Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Kurdan nehiştin komkujî û hovîtiya di bin navê 'Îslamê' de xwe bi rêxistin kir, li cîhanê belav bibe."
Rojnamevan-Nivîskarê Kurd Ahmet Kahraman di beşa duyemîn a panelê de bersiv da pirsên beşdaran.