Li Stockholmê di Resepsiyona Newrozê de ji bo dengê 'NA' bang hat kirin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê, bi wesîleya Newrozê li Stockholmê bi beşdairya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl resespiyonek da.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê, bi wesîleya Newrozê li Stockholmê bi beşdairya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl resespiyonek da.
Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Goktepe û Hamît Bîten di destpêka resepsiyonê de axivîn û bang li hemû hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swêdê dijîn kirin, ku ji bo referandûmê di 8-9'ê Nîsanê de li Stockholmê biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin.
GOKTEPE: GELÊ ME XWEDÎ LI HDP Û TEVGERA XWE DERKET
Ayşe Goktepe beşdar sialv kir û diyar kir, Newroz ku destpêka saleke nû ye, ji bo Kurdan û hemû gelên bindest roja serhildan, berxwedan û têkoşînê ye. Goktepe bibîr xist, li çar aliyên Kurdistanê bi mîlyonan mirov daketin qadan, Newroz pîroz kirin û got, "Li Bakurê Kurdistanê, tevî hemû astengî û zexta faşîzma Erdogan jî gelê me daket qadan û xwedî li HDP û Tevgera Azadiyê ya Kurd derket. Ev yek nîşan dide ku di referandûma meha Nîsanê de wê derbeke xurt li dîktatoriyê bikeve."
RHAWÎ: JI BO DEMOKRASIYÊ DIVÊ EM DI REFERANDÛMÊ DE DENGÊ 'NA' BIDIN
Nûnerê Swêdê yê Konseya Neteweyî ya Bethnahrînê Metîn Rhawî bi gotina "Newroz pîroz be" dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser referandûma di meha pêş de li ser destûra bingehîn vê kirin. Rhawî got, "Girîng e, ev destûra bingehîn a ku erkên berfireh dide Erdogan, bê redkirin. Ji bo pêşî li Erdogan bê girtin ku nikaribe hîn bêhtir mirovan bigire û ji bo pêkhatina demokrasiyê divê di referandûmê de em dengê 'NA' bidin."
LÎNDE: ERÊ JI DEMOKRASIYÊ RE, NA JI DÎKTATORIYÊ RE
Ji beşdaran Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Çep Hans Lînde Newroz pîroz kir û ragihand, Newroz tê wateya hezkirin, têkoşîn, berxwedan û azadiyê û ji bo pêkanîna van jî têkoşîn divê.
Lînde got, "Îro Rojhilata Navîn tarî ye. Welat mafên mirovan binpê dikin. Zext li çand û zimanê Kurdan tê kirin. Hevserok, parlamenter û hevşaredarên HDP'ê li girtîgehê ne. Mirov di nava zexteke gelekî giran de têdikoşin. Divê em ji vê derê destekê bidin wan."
Lînde diyar kir, ew bawer dike, referandûma li Tirkiyeyê were kirin wê bibe destpêka serdemeke nû û got, "Erê ji demokrasiyê re, Na ji dîktatoriyê re. Lazim e hemû hilbijêr biçin ser sindoqan û dengê NA bidin."
Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat û Serokê Koma Mafên Mirovan a Parlamentê Serkan Kose jî da zanîn, Tirkiye li ber biryardayînê ye û anî ziman, eger di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê 'Erê' bi ser bikeve, wê welat bikeve bin kontrola rêveberiya şexsekî û dîktatorekî.
KAKABVEH: DIVÊ OCALAN WERE BERDAN
Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, silavên xwe ji Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenter û hevşaredarên girtî re şand.
Kakabaveh piştgiriya xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan da, Newroz lê pîroz kir û got, "Lazim e PKK ji nava lîsteya rêxistinên terorê were derxistin û Abdullah Ocalan bê berdan."
Kakabeveh di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rola jinên Kurd di afirandina destketiyên Kurdistanê de û got, "Yên ku nîvê bajarê Kobanê rizgar kirin, jin bûn. Jin hem li vê derê, hem jî li Kurdistanê pêşengiyê ji têkoşînê re dikin."
Piştî axaftinan, pîrozbahiyên li bajarên Kurdistanê di ekranê de hatin nîşandan.