Wezîrê Aboriyê yê Elman di bersiva pirsnameya wekîlê Partiya Çepgir Jan van Akend de ev agahî erê kir.
Wekî Jan van Aken têkildarî bazirganiya çekan a di navbera Tirkiye û Elman de pirsnameyek da hikûmeta federal. Pirsname ji hêla Wezareta Aboriyê ve hate bersivandin.
Li gorî bersiva Wezaretê serlêdana Tirkiyê ya ji bo çekên sivik, cebilxane û malzmeyên din ên çekan nehatiye qebûlkirin.
Musteşarê Wezaretê Matthîas Machînîng di bersivê de diyar kir ku rewşa binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyê di vê biryarê de bûye xwedî ristekî girîng. Di bersivê de hate gotin hikûmeta Elman metirsîdar e ku ji hewldana darbeyê ve Tirkiye van çekan ji bo tepesekirina pirsa Kurd û kêşeyên navxweyî bi kar bîne.
Têkildarî mijarê Wekîlê Partiya Çepgir Van Aken ji medyaya Elman re axivî, diyar kir ku ew ji biryarê pir dilxweş in û got: ‘’Gava din a piştî vê divê bi wî rengî be ku êdî Elmanya qet çekan nefiroşe Tirkiyê."
Aken diyar kir ku hikûmeta Tirk welatê xwe û Sûriyê dikişîne şer û gav bi gav ber bi dîktatoriyê ve diçe.
Hikûmeta Elman bi piranî firotina çekan a ji bo endamên NATO û YE’yê dipejirîne. Tenê di rewşên awarte de û ji ber sedemên siyasî dikare qebûl neke. Ji bo vê jî rewşeke awarte ye ku firotina çekan a ji bo Tirkiyê were sînordarkirin.