Egeyê di Newrozê de got serfirazî
Bi deh hezaran kesên ku li bajarên Egeyê, bi dengekî gotin “Na”. Di serî de li Îzmîr, Manîsa û Mûglayê ligel pêkutiyan bi deh hezaran kes daketin qadan û bi coş Newroz pîroz kirin.
Bi deh hezaran kesên ku li bajarên Egeyê, bi dengekî gotin “Na”. Di serî de li Îzmîr, Manîsa û Mûglayê ligel pêkutiyan bi deh hezaran kes daketin qadan û bi coş Newroz pîroz kirin.
Di Newroza îsal de ya bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin”, bi deh hezaran kesî berê xwe dan qadên li Îzmîr, Manîsa û Mûglayê. Beriya ku Newroz were dest pê kirin, ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.
Bi deh hezarên ku li Îzmîrê li qada Gundogdûyê kom bûn, bi stranên berxwedanê govenda Newrozê gerandin. Bernameya ku bi vêxistina agir dest pê kir bi rêzgirtinê domiya. Hevserokê DBP’ê yê Îzmîrê Suleyman Gunduz bi kurdî, tirkî û dimilkî gel silav kir. Piştre jî peyamên Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê hate xwendin.
JI GIRTÎGEHAN RE SILAV HATE ŞANDIN
Cemîle Kortak a ku li ser navê Dayîkên Aştiyê axivî got ku, “Hêvîdar im Newroz bibe wesîleya aştiyê. Înşalleh em ê bi ser bikevin. Ez berxwedêrên li zindanan silav dikim. Em dibêjin aştî lê ew tên me dikujin. Îroj girtî di girtîgehan de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Ez berxwedana wan silav dikim. Werin em ligel wan têbikoşin.”
Piştî axaftinan dayîkên Yoruk, Kurd û Tirk derketin ser dikê û gel silav kirin.
Piştre jî Parlementera Kevn Mulkiye Bîrtane axivî got ku “Newroz giyanê gelan û mizgîniya biharê ye. Ez silavên xwe ji Amed, Cizîr û Nisêbînê re dişînim. Kesên ku demokrasî, azadî û aştiyê xwe dixwazin a niha hemû li vir in. Ew çi bikin jî di referandûmê de em ê dengê xwe bidin rengê xwe. Em ê bibêjin na. Em ê tu carî stûyê xwe xwar nekin.”
Piştre jî Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Gulistan Kiliç Koçyigit jî diyar kir ku, ji Amedê heta Wanê, ji Cizîrê heta Stenbolê li her derê agirê Newrozê hatiye vêxistin û got ku, “ Ji bo aştî û demokrasiyê yên ku xwedî li doza xwe derketine îro wê bi serbilindî bimeşin. Ev mirovên bi rûmet ên li vê qadê, dê dahatûyeke azad biafirînin. Kesên ku îşkence li me dikirin wê biçin ser sergoyan. Em ji bo Rehşan, Fatma, Pakîze û Mazlûm Dogan hene. Em ji bo Mehmet Tûnç ê li Cizîrê li ber xwe da dibêjin, Newroz pîroz be.
Parlementerê Îzmîrê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçû jî got, “Ev Newroz ji bo me, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê girîngiya xwe ya dîrokî heye. Silav ji Cizîr, Amed û Şirnexê re. Ji kesên ku malên wan hatin rûxandin em dibêjin ku hûn ê ne bi tenê bin. Em tu kesî tu carî bi tenê nahêlin. Ev welat ê me ye. Ji bo me hemû Newroz girîng e.”
Piştî axaftinan Îlkay Akkaya û hunermendên herêmê derketin ser dikê.
MANÎSA
Pîrozbahiyên li Manîsayê bi govendê dest pê kir û dûre jî Hevserokên HDP’ê Behçet Parilti û Guler Unaldi gel silav kir. Piştre jî peyamên Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê hate xwendin. Beyza Ustun a ku Endama Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya HDP’ê ye axivî û diyar kir, “Bi coşa jin û ciwanan em ê her her sal vî agirî gurtir bikin. Li ser qereza wan kesên ku şaredar û hevalên me girtine, em ê vê her sal vî agirê aştî û berxwedanê gurtir bikin. A niha AKP li navendeke çandê xebata Erê dike. Xwendekaran bi darê zorê dibe. Û niha li coşa me binihêrin. Em ê teqez bi ser bikevin. Di 7’ê Hezîranê de me pergal hejand. Niha jî ji bo parastina xwe dixwazin pergala yekkesî bînin. Ew çi bikin jî soza me ji hevalên me yên li Sûr û Cizîrê re heye, em ê azadî û jiyana azad ava bikin.”
Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş jî got, “Di dîrokê de çawa ku em li hemberî zilmê me li ber xwe dane, ji bo me û ji bo hemû gelan Newroz têkoşîna berxwedanê ye. Aştî ye, jiyîna li gel hev e. Wekî do em ê îro jî van cejnên xwe bidomînin. Li vî welatî li hemberî her cure pêkutiyê em ê li ber xwe bidin. Tengijîne û nikarin vî welatî qanih bikin. Îro roj ji sedî 70’ê gel dibêje Na.”
MÛGLA
Newroz li Mûglayê, li Mîlasê li Bazara Sergirtî ya Akkentê bi coş hate pîroz kirin. Di Newrozê de Hevseroka HDP’ê ya bajêr Gulfer Karadenîz got, wê li hemberî Dehaqan, zarokên Kawayan wê serfiraziyê bînin.
Piştre jî Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Mehmet Kaya jî peyamên Demîrtaş û Yuksekdagê xwend.
Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Erkan Karabay jî diyar kir ku, “Erê, qebûlkirina dîktatoriyê ye. Em ê qebûl nekin. Divê em coşa Newrozê bigihînin 16’ê Nîsanê. Divê em mal bi mal bigerin û bibêjin ku tu xêra vê pergalê ji me re tune ye. Bi serfiraziya Newrozê em ê di 16’ê Nîsanê de jî govendê bigerînin.”
Bi stranên Koma Ciwan, Newroz bi gerandina govendê bi dawî bû.