Li Danîmarkayê çalakiyên Hefteya Newrozê didomin. Li bajarên Creîl, Evry û Parîsê yên Fransayê, li bajarên Lûzern, Basel, Bîel û Bernê yên Swîsreyê û li bajarên Heîlbronn û Wolfsbûrg ên Elmanyayê Newroz hat pîrozkirin.
HORSENS: Şeva ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Tevî endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn, nûnerên PYD, Koalîsyona Kesk-Sor Partiya Enhedslîsten û Platforma Na ya Danîmarkayê axivîn. Ûzûn got, "Tevî zext, komkujî û faşîzma rejîma Erdogan jî, vî gelî nîşan da ku xwedî lehengên mîna Mehmet Tûnç û Çiyageran e û van lehengan peyama 'em ê teqez bi ser bikevin' ji gel re hiştine." Nûnerê HDK-Danîmarkayê jî ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ku dengdana li Danîmarkayê wê di 27'ê Adarê-9'ê Nîsanê de were kirin, bang li her kesî kir ku dengê NA bide. Di şevê de hunermend Kawa, Hozan Fîgen, Cengerraş, Rênas Efrîn û Behçet derketin ser dikê. Şev bi gerandina govendê qediya. Wekî din, şeva fînalê ya Hefteya Newrozê wê roja Şemiyê saet di 17:00 de li Albertslûnd Mûsîk Teaterê pêk were.
CREÎL: Newroz li bajarê Creîl ê Fransayê bi meşeke bi meşaleyan hat pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li sûka bajêr danê êvarê li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo" meşiyan. Agirê Newrozê yê li qadê jî ji aliyê malbatên şehîdan ve hat pêxistin. Pîrozbahî piştî axaftinan, bi gerandina govendê qediya.
EVRY: Li bajarê Evry ê Fransayê jî meşek bi meşale hate lidarxistin. Meşa bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin" ji aliyê Ciwanên Azad Evry ve hat organîzekirin û bi sedan kes tevlî bûn. Girsey agel a gihîşt ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li vir govend gerand û dawî li çalakiya xwe anî.
VÎLLÎERS LE BEL: Li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê, bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad bi şiyara "Azad bike" meşek bi meşaleyan hat lidarxistin û bi sedan Kurdistanî tevlî bûn. Girseya gel ji ber garê heta ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meşiya û berxwedana Îmraliyê silav kir û agirê Newrozê dada. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.
LÛZERN: Newroz li kantona Lûzern a Swîsreyê bi meşeke bi meşale hat pîrozkirin. Di axaftinan de hat ragihandin, Newroza 2017'an biryardariya pêşîgirtina li dîktatoriya Erdogan û faşîstam AKP-MHP'ê ye.
BASEL: Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi beşdariya nûnerên gelek partî, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Swîsreyî Resepsiyona Newrozê hat dayîn. Sekreterê Giştî yê Enstîtuya Lêkolînê ya Kurd a Awûstûryayê û Lêkolînerê Zanistiya Siyasî ya Zanîngeha Viyanayê Thomas Schmîedînger li vê derê li ser girîngiya Newrozê û siyaseta rojane ya li Kurdistan û Tirkiyeyê axivî. Parlamenterê Partiya SP a Baselê Mûstafa Atici jî Newroz pîroz kir û bal kişand ser pirsgirêkên koçberan ên li kantona Baselê. Resepsiyon bi muzîkê û pêşkêşkirina xwarina Kurdan qediya.
BÎEL: Li bajarê Bîel ê Swîsreyê, Newroz ji aliyê 500 kesî ve hat pîrozkirin. Gel li Bahnhofplatzê li hev civiya û bi meşaleyan heta Zentralplatê meşiya. Li vê derê mîtîngek pêk hat û nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Platforma Na û Ciwanên Azad axivîn. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.
BERN: Li paytexta Swîsre Bernê, bi sedan kesên li Reîthalleyê li hev civiyan heta Bûndesplatzê meşiyan û li vê derê Newroz pîroz kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevberdevkê HDK-Ewropayê Demîr Çelîk axivî. Di mîtîngê de her wiha axaftina Yilmaz Guney a ku di Newroza Parîsê ya sala 1984'an de kir, hat xwendin.
FRÎBORG: Bi dehan kesên li meydana Ancîen Gare ya li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê li hev civiyan, bi meşaleyan heta qada Georges Phthonê meşiyan. Di meşê de belavokên "Em çima dibêjin NA" yên bi zimanê Elmanî hatibûn amadekirin, hatin belavkirin. Pîrozbahî bi govenda li dora agirê Newrozê qediya.
HEÎLBORNN: Newroz li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bi beşdariya bi sedan kesî hat pîrozkirin. Li vê derê jî agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hat dadan. Piştî axaftinan Koma Dîndar, Hozan Dijwar Acar, Şahîn Evîndar û Dildar Efrînî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
WOLFSBÛRG: Li bajarê Wolfsbûrg ê Elmanyayê, Newroz bi dirûşma 'em ê teqez bi ser bikevin' hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku ji aliyê Meclîsa Peîne ve hat organîzekirin, bi beşdariya hezar kesî li salona Montenegro Schutzenhaûsê pêk hat. Di dû deqeyeke rêzgirtinê parlamenterê berê yê BDP'ê Ozdal Uçer axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiyê: "Em çiqasî mil bi mil tevigerin, em ê ewqasî mezin bibin, xurt bibin û bi ser bikevin. Yekîtiya me serketina me ye." Piştre humend Beşîr, Ahmet Rojava, Koma Mîr, Dimlî Amed û Serhado derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahiyê heta derengiya şevê dewam kir.