Li Bûrsa, Çanakkale û Edeneyê coşa Newrozê
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Bûrsa, Çanakkale û Edeneyê de peyemên berxewdanê hatin dayîn.
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Bûrsa, Çanakkale û Edeneyê de peyemên berxewdanê hatin dayîn.
BÛRSA
Newroz li Bûrsayê bi coş hate pîrozkirin. Bi hezaran kesên ku li Qada Sûka Arabayatagi yê navçeya Yildirim a Bûrsayê Newroz bi sirûda “Bi teqez em ê biserbikevin” pîroz kirin.
Di pîrozbahiya hezaran kes beşdar bûn de, ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Piştî rêzgirtinê hunermendan bi sitranên xwe coşa gel gihandin lûtkeyê, bikaranîna polîsan a dironan bal kişandin.
Li qada ku dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate qîrkirin, denê ‘NA’ hate bilindkirin. Piştî gerandina govendê Cigira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokaratîk a Gelan (HDP’ê Serpîl Kemalbey mafê axaftinê girt û behsa dîroka Newrozê kir. Kemalbey wiha got: “Em ê li dijî zilmê, ruhê berxwedanê yê Newrozê bilind bikin.” Piştî axaftina peyamên hevserokên Giştî yên HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdah ên Newrozê hatin xwendin.
Parlemeterên HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan axaftinek kut kir û hêvî kir ku coşa Newrozê bi dengê ‘NA’ re aştiyê bîne Tirkiyeyê. Dogan bal kişand ser siyasetmedarên HDP û DBP’ê yên girtî û şert û mercên tecrîdê yê Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk em ê yek bi yek ji holê rakin.
ÇANAKKALE
Bi dirûşma “Em ê bi teqez biserbikevin” li Tirkiye û gelek nuqteyan Newroza dihat pîrozkirin, li Çanakkaleyê jî hate pîrozkirin. Li Newroz ku li qada berfireh a li taxa Esnler a Navendê hate pîrozkirin bi hinceta destûr nîne afîş û pankarata “Em ê bi teqez biserbikevin” û “Newroz pîroz be” hate rakirin.
Li qada Newrozê ya ku bi gelek zimanên mîna Kurdî, Tirk, Ermenî, Erebî pankartên ‘NA’ û ‘Navê hêviyê NA’ ye hate daliqandin, agir hate pêxistin. Girseya ku di saetên sibehê de hatin qada Newrozê, piştî di nuqteyên kontrolê re hatin derbaskirin û şûnde ketin qada Newrozê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Komeleya Pîr Sûltan Abdal, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Malên Gel, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Rêveberên Navenda Giştî ya HDP’ê û gelek kes beşdarî bernameya Newrozê bûn. Newroz ji aliyê jin, ciwan, zarok û kal ên li gel stranên şoreşgerî yê hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM( Arhat ketin qadê ve hate pîrozkirin.
Bername bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre Hevserokê HDP’ê yê Çanakkalê Şeyhmûs Aslan mafê axaftinê girt û Newroza gel pîroz kir. Aslan peyamên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Demîtaş û Yûksekdag ên Newrozê xwend.
Piştî xwendina peyaman Serokê Komîteya Amadekariya Newrozê Nûsret Kûtlûay jî diyar kir ku li ser bingehê dirûşma “Em ê bi teqez biserbikevin” têkoşînê bi ser bixin.
Rêveberê Navenga Giştî yê HDP’ê Yûdûsever Ozskmenler jî wiha got: “Niha li her derê ji bo hêz bide agirê Newrozê û deng bide û ji bo ku li gel wan ber bi serkeftinê ve diçin, spasiya me tevan dikim. Navê hêviyê Newroz e. Ji Kawa û vir ve navê berxwedanê ye. Em li vir bi biryarin ku agirê azadî û hêviyê bilind bikin. Em qet dev jê bernadin. Her roja ku biçe em ê agir gur bikin. Bi milyonan mirov daketin qadan.”
Ozskmenler diyar kir ku wê di 16’ê Nîsanê de bêjin ‘NA’ û wiha got: “Em ê ji bo van zext û çewisandinan bêjin Na.”
EDENE
Li gel hemû hewldanên Walîtiya Edeneyê û mudaxeleyên polîsan jî gelê Edeneyê agirê Newrozê pêxistin û Newroz pîroz kirin. Li ser banga ciwanan a tevlîbûna pîrozbahiyên Newroza li ser rêya Karasû ya taxa Daglîoglû ya navçeya Seyhanê polîsan di saetên serê sibê de qad dorpêç kirin.
Li gel dewriyeya polîsan a li kolanên Gulbahçe, Firat û Daglîoglûyê jî ciwanan lastik pêxistin û govend gerandin. Gelê li ber agirê Newrozê govend girêdan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berzkirin. Polîsan êrîşî gel kirin, her wiha li kolanên di jî agirê Newrozê hate pêxistin.
Li aliyê din dorpêça polîsan a li kolana Karasû didome.