Meşa Êzidiyan di roja xwe ya 2. de ye
Çalakgerên ku bi armanca protestokirina êrîşa PDK’ê ya li ser Şengalê, Meşa Dirêj a ji bajarê Dûsseldorf ê Elmanyayê dabûn destpêkirin, piştî meşa nêzî 35 km, gihiştin Heînsbûrgê û wê şevê li vir derbas bikin.
Çalakgerên ku bi armanca protestokirina êrîşa PDK’ê ya li ser Şengalê, Meşa Dirêj a ji bajarê Dûsseldorf ê Elmanyayê dabûn destpêkirin, piştî meşa nêzî 35 km, gihiştin Heînsbûrgê û wê şevê li vir derbas bikin.
Meşa ku ji aliyê Meclîsa Dîaspor a Şengalê (MŞD), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidî (NAV-YÊK), Meclîsa Sêwan a Jinên Êzidî (SMJE), Yekîtiya Ciwanên Êzidî (HCÊ) û Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê (HSÊ) ve hatibû oragnîzekirin û Federasyona Elewiyên Demokratîk jî piştgirî kir, duh li bajarê Dûsseldorf ê Elmanyayê destpê kiribû di roja 2. de ye.
Çalakgerên ku di saetên sibehê de ji baarê Monchengladbach dest bi meşê kirin, piştî beşa meşê ya îro ya 35 km yan gihiştin Meînsbergê û wê şevê li vir derbas bikin.
Wê sibehê jî meşvan ji bajarê Heerlen ê Hollandayê detpê bikin, wê 24 km bi meş in.
Meşa ku bi daxwaza protestokirina êrîşên PDK’ê ya li ser Şengal, naskirina xweseriya Şengalê, hêzên YBŞ/YJŞ di qada navneteweyî de weke Hêza Parastinê ya Şengalê bê nasîn û hêzeke ya parastinê ya navneteweyî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve li wir bên bi cih kirin 20’ê mehê li Dûsseldorfê destpê kir, wê bi mîtînga ku roja 27’ê Adarê li Bruksel a paytexta Belçîkayê bê lidarxistin ve bi dawî bibe.