Piştî pîrozbahiyên Newrozê: 69 kes hatin binçavkirin
Piştî ku pîrozbahiyên Newrozê yên li Çewlig, Êlih û Îzmîrê qediyan, 69 kes hatin binçavkirin.
Piştî ku pîrozbahiyên Newrozê yên li Çewlig, Êlih û Îzmîrê qediyan, 69 kes hatin binçavkirin.
Li Çewlîgê piştî ku pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû 7 ciwan hatin binçavkirin. Ciwanên ku bi hindecA dirûşm berz kirine hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Bajar.
Li Êlihê jî piştî pîrozbahiya Newrozê 6 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Kesên ku birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê bi hinceta ku li ser cilên wan rengên kesk û sor û zer heNe, hatine binçavkirin.
Li Îzmîrê jî di pîrozbahiyên Newrozê de bi hinceta ku li ser cilên wan rengên kesk û sor û zer hene, 56 kes hatin binçavkirin. Di pîrozbahiyê de helwesta polîsan a provakatîf bal kişand. Kesên ku hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan.