Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, li bajarê Helsînborg ê Swêdê beşdarî civîneke gel a li ser referandûmê bû û nerazîbûneke tund nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd tên kirin, da. Kartal got, "Sînorê zilmê heye, lê yê berxwedanê nîne. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û teqez bi ser bikevin."
Civîn bi beşdariya 150 kesî li Navenda Civaka Demokratrîk a Kurd a Helsînborgê pêk hat. Beriya civînê, ji bo gerîlayê HPG'ê Ednan Daban (Şiyar Kobanê), ku di sala 2014'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, merasîmek hate lidarxistin.
Di merasîma bîranînê de, ku malbat û xizmên Daban lê amade bûn, bal hat kişandin ser girîngiya şehîdan ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdan.
Piştî civîna bîranînê Remzî Kartal mafê axaftinê girt û ji bo referandûma di meha Nîsanê de li ser destûra bingehîn a nû were kirin axivî.
Kartal girîngiya vê referandûmê ji bo Kurdan û gelên li Rojhilata Navîn bibîr xist û anî ziman, AKP û Erdogan ji bo sîstema xwe ya dîktatorî û rêveberiya şexsekî bi lez û bez ava bikin, serî li her rê û rêbazên ne rewa dikin.
Kartal destnîşan kir, ji bo pêşî li kiryarên antî demokratîk û êrîşên li dijî Kurdan were girtin, referandûm firsendek e.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal diyar kir, Newroz bi coş û girseyî ya Amedê rê û rêbaz nîşanî wan daye û got, "Di referandûmê de dengên 'erê' yan jî 'na' bi ser bikevin, wê berxwedan dewam bike."
Kartal ragihand, li gorî ruhê berxwedanê yê Newrozê pêwîstî bi avêtina gaveke xurt heye û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir, ku ji bo dengê 'NA' di referandûmê de bi ser bikeve, bikevin nava seferberiyê.
Piştî peyamên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li ser Newrozê, beşdarên civînê derketin derve, agirekî mezin dadan û li dora êgir govend gerandin.
Di pîrobahiyê de stranên berxwedanê hatin gotin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "NA ji faşîzmê re" hatin qîrîn.