Li Lozanê civîna çapemeniyê ya bi mijara ‘NA’

Îro ji aliyê Platforma NA ya Swîsreyê ve li salona La Fraternîteyê daxuyaniya civîna çapemeniyê, ji aliyê namzetê Parlemeterê Kantonê ya Partiya Sosyalîst Îhsan Kurt ve hate kirin.

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, ji bo wê çima 16’ê Nîsanê di referandûma diktatoriyê hilbijêre de bêjin ‘NA’ û têkildarî diktatoriya AKP/Erdogan, rewşa aloz a li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn derxistî li gelek welatên Ewropayê pêk bîne, civînekî ya çapemeniyê hate lidarxistin.

Îro ji aliyê Platforma NA ya Swîsreyê ve li salona La Fraternîteyê daxuyaniya civîna çapemeniyê, ji aliyê namzetê Parlemeterê Kantonê ya Partiya Sosyalîst Îhsan Kurt ve hate kirin. hate diyarkir ku bi taybet wê çima 16’ê Nîsanê di referandûmê de çima bêjin ‘NA’, bal kişand ku HDP’ê di hilbijartina 1’ê Mijdarê de li Swîsreyê weke partiya yekem derket û diktatoriya AKP/Erdogan vê hezim nekir.

Di civîna çapemeniyê de ya ku hate destnîşankirin ku hikûmeta AKP’ê ji bo rezemendiyekî ya hilbijartinê li gelek welatên Ewropayê rojevên provakatîv û sûnî dide avakirin, dengê ‘Erê’ dike hedef, piştre jî pirsên rojnamevanan hatin bersivandin.

Civîna çapemeniyê ya ku çapemeniya Swîsreyê dişopand, her wiha Parlemeterê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Jean Tshhopp û Serokê Giştî yê Partiya POP’ê Gabrîel Pîncon jî beşdar bibû.