'Di 16'ê Nîsanê de wê dengê NA bi ser bikeve'
Prof. Baskin Oran, nivîskar Dogan Akhanli û rojnamevan Celal Başlangiç dibêjin, di referandûmê de wê dengê 'NA' bi ser bikeve û hikumeta AKP'ê jî serberjêr bibe.
Prof. Baskin Oran, nivîskar Dogan Akhanli û rojnamevan Celal Başlangiç dibêjin, di referandûmê de wê dengê 'NA' bi ser bikeve û hikumeta AKP'ê jî serberjêr bibe.
Erdogan û AKP, ji bo ku di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê 'Erê' bi ser bixînin, zexteke giran li tevahiya civakê dikin. Tevî vê yekê jî rêjeya tercîha 'NA' zêde dibe. Kampanyayên 'NA' yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi coşeke mezin dewam dikin. Prof. Baskin Oran, nivîskar Dogan Akhanli û rojnamevan Celal Başlangiç ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kriin, ku di 16'ê Nîsanê de wê dengê 'NA' bi ser bikeve.
PROF. ORAN: DENGÊ 'NA' WÊ BI SER BIKEVE
Zanyarê siyasetê Prof. Baskin Oran destnîşan kir, ku eger daneyên roja îro heta 16'ê Nîsanê bidome wê dengê 'NA' bi ser bikeve û weke sedema bingehîn a vê yekê jî got, tiştekî alîgirên 'erê' nîne ku bêjin.
Prof. Oran got, "Tenê tiştek heye ku alîgirên 'Erê' bi kar tîne. Ew jî mikurhatinek e. Dibêjin, 'em dixwazin rejîma şexsekî ava bikin'. Ji ber vê yekê, bi dîtina min wê dengê 'NA' bi ser bikeve. Tevî ku hewl didin bi krîza li Ewropayê re dengên 'erê' yên li Tirkiyeyê zêde bikin jî, wê dengê 'NA' bi ser bikeve."
AKHANLI: ERDOGAN WÊ HETA DAWIYA SALÊ BIÇE
Nivîskar Dogan Akhanli jî bibîr xist, ku Erdogan şantajê dike û got, "Erdogan şantajê dike û dibêje 'eger dengê erê bi ser nekeve, wê li Tirkiyeyê tevlîheviyeke mezin rû bide'. Tirkiye ji xwe di nava rewşeke pir tevlîhev de ye. Lewma, wateyeke xwe ya biserketina dengê 'NA' heye. Bi rêya serketina dengê 'NA' re wê mesaj ji Erdogan re bê dayîn ku nikare li gorî dilê xwe welêt bi rê ve bibe."
Akhanli ragihand, Erdogan ne aram e û bi vê psîkolojiyê wê emrê wî ne dirêj be. Akhanli got, "Erdogan êdî serberjêr bûye. Têkçûna wî wê gelekî bi lez be." Nivîskar Akhanli bal kişand ser êrîşên li Kurdistanê, pirsgirêkên li Tirkiyeyê ku nikare kontrol bike û krîza bi Ewropayê re bibîr xist: "Krîza bi Ewropayê re dewam dike. Têkiliya xwe bi hemû cîranan re nebaş e. Bi Kurdan re li dora maseyê rûniştibû, lê ew betal kir. Yek ji sê parên civakê ne rehet e. Şerê hundirîn dewam dike. Ne bawer im emrê hikumeteke bi vî rengî dirêj be. Li gorî texmîna min, heta dawiya salê wê nikaribe li ser piyan bisekine."
BAŞLANGIÇ: REWŞ DIŞIBE REFERANDÛMA 1987'AN
Rojnamevan Celal Başlangiç jî diyar kir, kampanya 'NA' bi rengekî berfireh didome û got, "Li gorî daneyên şîrketên lêkolînê, wê dengê 'NA' bi ser bikeve. Karê yên dibêjin 'NA' gelekî li pêşiya kampanya AKP-MHP'ê ye. Atmosfereke zindî heye."
Başlangiç anî ziman, kampanya 'erê' jî veguheriye kampanya dewletê û bûye spoteke cemaweriyê. Başlangiç got, "AKP di nava panîkeke mezin de ye. Krîza li Ewropayê rû da jî encama vê panîkê ye. Rewşa heyî dişibe referandûma sala 1987'an. Piştî wê referandûmê têkçûna Ozal dest pê kiribû. Ji bo AKP'ê jî pêvajoyeke bi heman rengî dikare rû bide."