Akademîsyenên hatin mişextkirin: Di NA'yê de siberojeke azad heye

Sûstam û Aykaç, du akademîsyenên ku neçar mane li mişextiyê bijîn, diyar kirin ku di referandûmê de gotina 'NA'yê wê were wateya parastina dewlemendiya Tirkiyeyê.

Sûstam û Aykaç bang kirin ku her kes bibêje 'na' û gotin, "Li şûna sîstemeke ku li ser yekî hatiye avakirin, ji bo ku em jiyaneke azad û wekhev ava bikin divê em bibêjin na'

Em bi akademîsyen Engîn Sûstam û Çagla Aykaç re axivîn ku li dijî polîtîkayên komkujiyê yê Erdogan û AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê îmze avêtibûn daxuyaniya aştiyê ya bi navê "em ê nebin hevkarê vî sûcî' û neçar mabûn ku ji zanîngehê veqetin û ji ber sedema rîska girtinê jî mişextî Ewropa bûbûn, li ser mijara referandûma 16'ê Nîsanê axivîn.

SUSTAM: JI BO KU EM NEBIN HEVKARÊ KOMKUJÎ Û SÛCAN NA

Sûstam got, "ez weke akademîsyen û welatiyekî ji bo ku nebim hevkarê komkujiyên ku li Tirkiyê û Kurdistanê bawer dikim ku di referadûmê de divê na were gotin' û bi domdarî got: "Divê em sedemên civakî yên şer û tundiya li welêt baş zanibin. Na di heman demê de tê wateya erênekirina destûra 80'yî ya darbeyê. Gotina na di heman demê de tê wateya wateya erênekirina xebatên destûrê yên darbeyên 1960 û 1970'yî yên rastgir, nîjadperestiya hişk, Kurd, Elewî, Ermen, jinên li vê cografyayê, LGBT'yî, zarok û hemû cihêrengiyan nas nakin. Ji bo vê jî NA tê wateya helwesta li dijî sîstema totatlîter ya rejîma yek zilamî. Erêkirina aştiya civakî û jiyana bi hev re ye."

'ERDOGAN FAŞÎZMA ALMAN VEDIJÎNE'

Sûstam diyar kir ku Erdogan bi polîtîkayên xwe faşîzma Elman bi bîrê tîne û peywireke ku li dijî sîstema wî yek yek zilamî were sekinandin û got, Erdogan ne xwedî wê avaniyê ye ku civaka Tirkiyê ber bi demokrasî û aştiyê ve bibe.

Sûstam dibêje, "Em Kurd, Tirk, Laz, Ermen, Çerkez, Elewî, Sinnî, Xiristiyan hemû cihêrengiyên civakî ji bo jiyaneke hevpar û cografyayeke azad, ji bo ku em bikaribin bi hev re tevbigerin divê di referandûmê de em bibêjin NA"  û bi domdarî got gelên Tirkiyê di referandûma 16'ê Nîsanê de ji bo bihara azadbûna gelan, ji bo mafê jiyanê û ji bo avakirina sirûşta ku hatî talankirin bi peywireke dîrokî re rû bi rû ne.

DIVÊ EM BIBÊJIN NA JI BER KU...

Sûstam got, gotina NA di heman demê de tê wataya helwesta li dijî şerê li Kurdistanê, avakirina cografyaya ku hatiye talankirin û got, divê her kes li dijî polîtîkayên AKP'ê yên cihêkar ên piştî 2010'an derkıeve û wiha domand: "Ji bo siberoja Tirkiyê, azadiya Kurdistanê û li dijî şerê navbera gelan tika dikim ku dengê xwe bi kar bînin."

Sûstam herî dawî got, "Ji bo ku hemû cihê rengî jiyaneke azad û wekhev ava bikin, ji bo ku Kurd bibin xwedî xwerêveberiya xwe ya ragihandî ya ji bo jiyaneke azad, kedkar, karker ango hemû çewisandî ji bo ku kêm neyên dîtin divê em bibêjin, NA'

AYKAÇ: DI REWŞA AWARTE DE REFERANDÛM NABE

Çagla Aykaç jî ku piştî îmze xwe li ser danezana aştiyê danî bûyû hedef û neçar ma ku ji Tirkiyê derkeve got, destûreke ku di polîtîkayên Rewşa Awarte de derketî wê ne demokratîk be.

Aykaç diyar kir guherîna destûrê ya ku tê xwestin 16'ê Nîsanê raberî gel bikin ne demokratîk e û got: "Ez weke jinekê û akademîsyeneke ku li siberoja vî welatî difikirim ez ê di referandûmê de bibêjim na."

'JI BO PARASTINA CIHÊRENGIYA WELÊT EZ Ê BIBÊJIM NA'

Aykaç diyar kir ku li Tirkiê çi kesê destûreke piranîparêz û demokratîk dixwaze têne girtin an jî têne sirgûnkirin û got ya ku dixwazin 16'ê Nîsanê raberî gel bikin ji destûrê wêdetir rewşeke bi mebesta parastina siberoja hinan e .

Aykaç wiha got: "Divê destûreke dî were danîn lê ne bi vî rengî. Di rewşa awarte de ne referandûm û ne jî destûreke demokratîk dikare were danîn' û got, pakêt ku di referandûmê de rê raberkirin bang li cihêrengiyên welêt nake. Aykaç herî dawî got: 'Li Tirkiyê ji bo parastina demokrasiyê, ji bo parastina mafê mirovan û dewlemendî, cihêrengiyê ez ê bibêjim, NA".