Adir: Newroza 2017'an bêhempa bû
Newroz bû Çiyager. Newroz Amedê gotina 'Encam çi dibe bila bibe wê bêhempa be' ya hevrê Çiyager piştrast kir. Çiyager li dijî polîtîkayên kujer, qirker û faşîst bû al, bû sembol.
Newroz bû Çiyager. Newroz Amedê gotina 'Encam çi dibe bila bibe wê bêhempa be' ya hevrê Çiyager piştrast kir. Çiyager li dijî polîtîkayên kujer, qirker û faşîst bû al, bû sembol.
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir Newroza 2017'an nirxand.
Newroz bû Çiyager. Newroz Amedê gotina 'Encam çi dibe bila bibe wê bêhempa be' ya hevrê Çiyager piştrast kir. Çiyager li dijî polîtîkayên kujer, qirker û faşîst bû al, bû sembol. Li kêleka Mazlûm Dogan, Zekiye û Rahşanan, li ezmanê Kurdan, gelan, jinan, ciwanan û mirovahiyê hat bilindkirin. Tevî hemû astengiyan jî hevrê Çiyager, di Newroza Amedê de li cih û dema pêwîst got; ez li vir im, em bi ser ket, ez, em, em hemû bi ser ketin. Newroza 2017'an careke din nîşan da, ku li pêşiya gelekî ber bi encama bêhempa, ber bi serketinê ve dimeşe, kes nikare bisekine. Bi yek dengî hat gotin, 'PKK gel e, gel li vir e'. Dirûşmên 'Şehîd Namirin' û 'Bijî Serok Apo' bû sîleyek û li rûyê yên digotin, 'Di Nîsanê de wê kes navê PKK'ê jî nîne ser zimên' ket.
Cizîr careke din bû ruh, dîrok, çand, nasname, kesayet, sekn, rûmet, têkoşîn û siberoja gelê Kurd. Cizîr careke din bû Botan. Serê Botanê careke din bi Cizîrê bilind bû. Gelê Kurd, careke din bi Cizîrê hestewar bû, kêfxweş bû, şa bû. Nîşan da ku têk naçe, li ser piyan e û got, 'em ê bi ser bikevin'. Cizîr careke din bû nûnerê welatparêziyê û bû şopdarê Mem û Zînên hemdem; Mehmet Tûnç, Asya, Sevê û bi hezaran şehîdan. Dengê xweş û ji xwe bawer ê Mehmet Tûnç careke din li Cizîrê geş bû, ku digot, 'Em ê teslîm nebin', 'Ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve'. Li meydana Newrozê ya Cizîrê, qirker û kujer têk çûn. Gel, berxwedêr û têkoşer bi ser ketin.
Sekna rastiya gelê bûye Newroz di Newrozê de, li her cihî bêhempa bû. Li Bakurê Kurdistanê; li Wan, Colemêrg, Êlih, Dîlok, Dersîm, Agirî, Qoser, Gever, Mûş û bi dehan cihên di ekranê û çapemeniyê de bi têrkerî cih negirtin, helwesta hemûyan hevpar bû. Metropolên Tirkiyeyê, helwesta xwe ya berxwedêr û têkoşer xweş raxist pêş çavan. Li çar aliyên Kurdistanê ku ji wan hebûn parçe kirine, gelê me bû yek dil, yek helwest. Newroza Rojava, wêneyê hevgirtina neteweya demokratîk bû, ku bi şoreşê re derket holê. Pîrozbahiyên li Başûrê Kurdistanê hefteyekê bênavber dewam kirin. Tîn û ronahiya agirê Newrozê yê li Rojhilatê Kurdistanê hat dadan, Kurdistan temamî ronî kir. Agirê Newroza 2017'an ê li Çiyayê Şengalê hat dadan, navê hebûn û ji nû ve berxwedanê bû. Dîmenê zindî yê ji her devera Kurdistanê hat û di ekranan de hat nîşandan, helwest û ragihandina yekîtiyê bû. Sekna neteweya demokratîk, yekîtiya neteweyî û kongreya neteweyî bû. Wêneyê wê rastiyê bû, ku nîşan dida; destketiyên gelê KUrd destketiyên gelan, jinan û mirovahiyê ne. Li dijî peymanên berjewendiyan ên mêtînger, qirker û li dijî xiyanetê, helwesteke neteweyî bû.
Wêneyê 21'ê Adara 2017'an, helwesta zanebûn a gelekî bû ku biryara azadiyê daye. Vîna têkneçûyî ya gelekî, li qada Newrozê hat piştrast kirin, ku li ser serê vî gelî gelek dek û dolab hatin gerandin, hat kuştin, tirsandin sirgûnkirin, mal, gund û bajarên wan hatin şewitandin, lê belê bi berxwedanê xwe zane kir. Helwesta gelbûyîna şiyara 'em ê teqez bi ser bikevin' bû.
Ragihandina venegera ji vîn û biryara avakirina siberoja demokratîk û azad a gelê biryara azadiyê daye. Ew sekn bû, ku tecrîd û êrîşên li dijî Rêber Apo red dike û qebûl nake. Eşkere kir ku ew ê li hemberî qirkirin, komkujî, operasyon û girtinan bisekine û qebûl neke. Sekna wê yekê bû, ku gelê Kurd wê desteserkirina saziyên xwe yên bi ked û berdêleke mezin bi dest xistiye, qebûl neke.
Ev helwesta di Newrozê de hat nîşandan, dengekî mezin ê 'NA' yê di referandûmê de bû. Li dijî hemû propagandayên şerê taybet, manîpulasyon û helwestên xumamîkirinê, sekneke zelal bû. Helwesta berxwedanê ya li qadên Newrozê hat nîşandan, nîşaneya wê yekê bû ku dem dema serketina bi berxwedan û têkoşînê ye. Lewma, sekn bi me nabe. Weke hêzên demokratîk û gelê Kurd, divê em di 16'ê Nîsanê de li dijî faşîzmê û polîtîkayên qirker û kujer, li dijî desthilatdariya AKP-MHP û Erdogan deng û helwesteke xurt a NA nîşan bidin. Ew dixwazin bingeha jiyana hevpar, demokrasî û azadiyê ji holê rakin, lê gel û hêzên demokrasiyê wê rê li ber têkçûna wan vekin. Ev referandûm wê bibe wesîleya vê yekê. Peyama ku li qadên Newrozê hat dayîn ev e.
Helwesta ku gelê me di Newrozê de nîşan da, moral û hêz daye pêvajoyê û têkoşînê. Careke din derketiye holê, ku ev gel hêjayî demokrasî û azadiyê. Careke din dibêjim Newroz pîroz be! Ji ber vê vê helwesta hat nîşandan, pîroz dikim.
Çapemeniya Kurd, tevî hemû astengî û bêderfetiyan jî, bi weşankariyeke bêhempa kir ku Kurd û dostên wan ên nekarî li qadên Newrozê bin, van pîrozbahiyan bişopînin. Li dora vî ruh, yekîtî û hestê li hev civand. Ked, hewldan û sekneke girîng bû. Ez pîroz dikim.