Kurdên ku li dijî terora dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ û El Nûsra têdikoşin, hem di vê mijarê de hişyariyan dikin, hem jî bi belge û agahiyan têkiliya di navbera van hêzan de radixe pêş çavan. Me di hefteya bihurî de nivîsên endamên DAIŞ'ê yên li ser derbasîna endamên wan di ser Tirkiyeyê re ber bi Ewropayê, weşand. Ji van nivîsan yeka din jî derket holê. Belgeya wezîfekirina endamê DAIŞ'ê Ehmed Hesen El Obêd derket holê, ku ev çete wê biçe Elmanyayê.
Teqîn û êrîşên ku piştî gefên Erdogan li welatên Ewropayê rû didin, tiştekî rasthatî nînin. Tê fêhmkirin, ku piştî xwarina gefên Erdogan, DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re endamên xwe şandiye Ewropayê, yan jî endamên heyî xistiye nava tevgerê. Serokkomarê Tirk Erdogan duh danê sibehê axivî bû û ev gef li welatên Yekîtiya Ewropayê xwaribû: "Eger hûn bi vî rengî dewam bikin, sibe li ti devera cîhanê, ti Ewropî, rojavayî wê nikaribe bi bawerî û aramiyê li nava kolanan bigerin". Piştî çend saetan li Parlamenta Îngilîstanê û li Pira Westmînsterê êrîş hat kirin û di encamê de 4 kes mirin, herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.
Belgeyên DAIŞ'ê radixin pêş çavan bê Erdogan û hikumeta wî pişta xwe dispêrin çi û li gorî çi gefê li welatên Ewropayê dixwin. Di notên ji berpirsyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê hatiye nivîsandin de tê fêhmkirin ku ji bo di ser Tirkiyeyê re ji Ewropayê endam bên şandin, wezîfekirin hatiye kirin.
Ev endamê DAIŞ'ê Ehmed Hesen El Obêd, ku em wêneyê wî diweşînin, di 10'ê Cotmeha 2016'an de ji bo di ser Tirkiyeyê re biçe Elmanyayê hatiye wezîfedarkirin. Di fermana wezîfedarkirinê de DAIŞ'ê formata klasîk bi kar aniye. Di nota wezîfedarkirinê de wiha tê gotin: "Birayê we Ehmed Hesen El Obêd, bi agahî û daxwaza emîrê bawermendan Ebûbekîr Bagdadî hatiye wezîfedarkirin. Hatiye wezîfedarkirin, ku bi rêya we di nava gel de derbasî Elmanyayê bibe. Li ser karê ku li Elmanyayê bike, piştî hevdîtina bi we re hûn ê diyar bikin." Ev not ji berpirsyarên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê re hatiye nivîsandin.
ME BERÊ JÎ WEŞANDIBÛ
Di hefteya bihurî de me du nivîsên wezîfedarkirinê weşandibûn, ku ji bo her du endamên DAIŞ'ê bi heman formatê hatibûn nivîsandin. Ev not ji Mihemed Oglea El Ebdullah ê bi navê Ebû Hûzeyfa tê naskirin û li Tirkiyeyê ye, hat nivîsandin. Ferman li ser navê serkêşê DAIŞ'ê Ebû Bekir El Bagdadî tê nivîsandin.
Di fermana 7'ê Mijdara 2016'an de tê gotin, Adnan Mûhammed Mîrlî ji bo derbasî Elmanyayê bibe hatiye wezîfedarkirin. Di fermaneke ku roja 29'ê Mijdara 2015'an ji berpirsyarê DAIŞ'ê yê li Tirkiyeyê li ser wezîfedarkirina endamekî DAIŞ'ê ji bo Elmanyayê wiha tê gotin, "Birayê we Waîl Nacî El Herakî ji aliyê Ebûbekir El Bagdadî ve ji bo di ser Tirkiyeyê re di nava gel de derbasî Elmanyayê bibe hatiye wezîfedarkirin". Di vê notê de tê gotin, "Li ser wezîfeya Waîl Nacî El Herakî û karê wî yê li Elmanyayê hatiye axivîn."
ÎNGILÎSTAN NE YA YEKEMÎN E
Belgeyên navborî daxuyaniyên par ên Serokkomarê Tirk Erdogan tîne bîra mirovan ku ji bo Fransa, Belçîka û îsal ji bo Elmanyayê gotibû "Eger sibe li van deveran êrîş bên kirin, wê çi bibe?" Heman piştî van daxuyaniyên Erdogan li Belçîka, Fransa, Hollanda û dûre li Elmanyayê êrîş ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn kirin. Notên bi dest ketine piştrast dikin, ku ev êrîş ji aliyê kesên ji Tirkiyeyê hatine wezîfedarkirin ve hatine kirin. Êrîşa dawî ya li Îngilîstanê rû da, ne tiştekî rasthatî ye ku heman piştî gefên Erdogan hat kirin. Dewletên ku di hedefa vê tora terorê ya ji aliyê Erdogan ve tê kontrolkirin de ne, gelo wê hê çiqasî karibin vê rastiyê di bin navê hevalbendiya NATO, nobedariya jeostratejîk û pazara aboriyê binixumînin.