Li Rûsyayê yekemîn agirê Newrozê li Krasnadarê hate vêxistin
Li Federasyona Rûsyayê yekemîn agirê Newrozê li bajarê Krasnadarê hate vêxistin. Ji xeynî Kurdan gelên din jî eleqeyeke mezin nîşanî pîrozbahiya Newrozê dan.
Li Federasyona Rûsyayê yekemîn agirê Newrozê li bajarê Krasnadarê hate vêxistin. Ji xeynî Kurdan gelên din jî eleqeyeke mezin nîşanî pîrozbahiya Newrozê dan.
Li bajarê Krasnadarê yê bi ser Federasyona Rûsyayê, cejna Newrozê bi coşeke mezin hate pîroz kirin. Pîrozbahî li Eywana Çandê ya Jeleznodorîjînîkê hate li dar xistin. Ji navçeyên derdorê, Kurdistanî û dostên wan ên ji Komara Xweser a Adigeyê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Çalakiyê bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir, piştre jî sînevîzyona li ser Cejna Newrozê û berxwedana gelê Kurd hate nîşan dan.
Ji xeynî nûnerên Saziyên Kurdan, nûnerên otonomiyê yên gelên cihê û yên saziyan beşdar bûn. Li ser girîngî û wateya rojê siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar, Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Krasnadarê Îşxan Anqosî, Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd ê Adigeyê Feyzo Husên û rêvebera Tevgera Jinan a Krasnadarê Dîlber Vekîl axivîn.
Cotkar di axaftina xwe de êrîşên PDK-AKP’ê yên li ser Şengalê şermezar kir û got “Gelê Kurd çawa ku di Newrozê de li hemberî zaliman têk neçû, hêz û îradeya wê heye ku li hemberî hemû zilm û pêkutiyan dikare li ber xwe bide.”
Cotkar di dûmahîka axaftina xwe de diyar kir, Erdogan ji bo ku xwe biparêze, pergala seroktiyê li ser gel ferz dike û got, “Gelê Kurd ligel pêkutî û Rewşa Awarte dadikeve qadan û xwedî li îradeya xwe derdikeve. Li her çar aliyên cîhanê Kurdan bi cejna Newrozê peyama Na’yê dan AKP û Erdogan. Li Tirkiyeyê aliyên cihê wê ji Kurdan hêzê bigirin û bibêjin Na, faşîzma AKP’ê jî bi berxwedana hevpar wê bi dawî bibe.”
Piştî axaftinan, Newroz bi stranên Serhat Çarnewa, Bêrîvan Arî û bi koma govendê ya zarokan dom kir. Bi muzîkê re gel govend gerandin.
Di eywanê de ji xeynî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterê endamê damezirîner ê PKK’ê Mazlûm Dogan û alên PKK, KCK, PAJK’ê hatin daliqandin. Dem bi dem sloganên “Bijî Serok Apo” dihatin qîrîn.