Li zanîngeha Afrîkaya Başûr semînera ‘Kurdistanê’
Şandeya KNK’ê ya li bajarê Cape Town a Afrîkaya Başûr li gel hevdîtinên siyasî semînerên agahdarkirinê jî li dar dixin.
Şandeya KNK’ê ya li bajarê Cape Town a Afrîkaya Başûr li gel hevdîtinên siyasî semînerên agahdarkirinê jî li dar dixin.
Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç têkildarî mijara pirsa Kurd rewşa stratejîk a Kurdan li Rojhilata Navîn semînerê dide 500 xwendekar û peywirdarên hîndekariyê.
Koç diyar kir ku di nav kaos û tevlîheviya Rojhilata Navîn de bi pêşengiya Kurdan pêngaveke demokrasiyê hatiye destpêkirin û ji bo vê jî wê kêm be ku têkoşîna Kurd tenê weke têkoşîneke netewî were fêhmkirin. Koç her wiha diyar kir ku ew polîtîkaya dabeş bike bi rê ve bibe ya ku ev 100 saleke li herêmê tê bikaranîn jî êdî bêkêr bûye û Kurdan hemû cihêrengiyên herêmê bi reseniya wan bi hev gihandine.
‘SIÛDA HERÎ MEZIN A KURDAN OCALAN E’
Koç got: ‘Di kaos û krîza Rojhilata Navîn de her çendî TC’ê û hêzên hêrêmî û global di ser komên çete yên weke DAIŞ’ê re xwestin şer kûr bikin jî li Kurdistanê nekarîn ku vê bi ser bixin. Di vê mijarê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya bi salan dengê xwe li Kurdan kiribû û modêlên alternatîf dabûne ber Kurdan.’’
Koç diyar kir siûda herî mezin a Kurdan ew e ku xwedî lîderekî weke Ocalan in û got Ocalan ji ber ramanên wî yên azadîxwaz ev 18 sal in di rewşa tecrîda girankirî de ye. Koç diyar kir yek ji cihêtiya girîng a Têkoşîna Azadiya Kurd ji têkoşînên rizgariyê yên din têkoşîna azadiya jinê ye û her wiha behsê kir bê ka têkoşîna azadiya jinê ya Kurdistanê çawa demokrasiya Rojhilata Navîn bi pêş xistiye