Di salvegera 19'an a komployê de çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Di salvegera 19'an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li gelek welatan xwepêşandanên protestoyî tên kirin. Ji van a herî mezin wê li Strasboûrgê li ber avahiya Konseya Ewropayê bê kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 19 sal in li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye û ev 2 sal in bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Ji bo azadiya Ocalan, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) di kongreya xwe ya sayî ya meha Hezîranê de biryara kampanya 'Azadî ji Ocalan re' da bû. Ev kampanya di qonaxa duyemîn de dewam dike.

Qonaxa duyemîn wê ji 7'ê Cotmehê û pê ve dest pê bike û heta dawiya salê bi rengekî bê navber dewam bike. Di çarçoveya qonaxa duyemîn de wê li gelemperiya cîhanê bi taybetî li Ewropayê meş, mîtîng û gelek çalakiyên cihêreng werin lidarxistin. Gava destpêkê ya qonaxa duyemîn wê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve bê avêtin. Bi çalakiyên li gelek welatan re wê tecrîda li ser Ocalan were şermezarkirin û daxwaza azadiya wî bê kirin. Xwepêşandana herî mezin jî wê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê were lidarxistin.

'JI BO AZADIYA OCALAN WÊ LI BER AVAHIYA KONSEYA EWROPAYÊ DAXUYANÎ BÊ DAYIN'

Roja 7'ê Cotmehê, piştî meşên girseyî yên li gelek welatan, wê 9'ê Cotmehê jî bi beşdariya bi sedan kesî li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo 5 rojan çalakiya rûniştinê dest pê bike. Heman rojê, otobusa ku nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji kesên cuda re ragihîne, wê bi navê "Pirtûkxaneya Ocalan" bi rê bikeve û 33 rojan li dehan bajarên Ewropayê bigere. Li bajarên ku otobus lê bisekine, wê panel, semîner û civîn bên organîzekirin. Di van civînan de wê li ser nêrînên Ocalan bê axaftin.

Wekî din, di çarçoveya çalakiya rûniştinê ya 5 rojan de ya li Strasboûrgê, gelek çalakî hatine plankirin. Yek ji van jî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ye, ku nûnerê Sendîkaya Ûnîte ya Îngilîstanê Sîmon D. û endamên Însiyatîfa Ocalan wê tevlî bibin.

Di serî de Şaredarên Îtalyanî yên welatîbûn dane Ocalan û rayedarên van şaredariyan, gelek kesayet wê tevlî çalakiya rûniştinê bibin. Li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê wê hevdîitn werin kirin û daxwaz azadiya Ocalan bê kirin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Bernameya çalakiyên protestoyî, ku wê di salvegera 19'an a komploya navneteweyî de bên lidarxistin, bi vî rengî ye:

Bi pêşengiya TJK-E wê 7'ê Cotmehê li 10 bajarên Elmanyayê, li Fransa, Hollanda, Belçîka, Yewnanîstan, Qibris, Kanada, Awûstralya, Japonya, Awûstûrya, Swêd, Danîmarka, Fînlandiya, Norwêc û Îtalyayê meş û xwepêşandan bên lidarxistin.

9'ê Cotmehê wê li Strasboûrgê bi beşdariya bi sedan kesî, li ber avahiya Konseya Ewropayê çalakiya nobedê bê lidarxistin ku wê 5 rojan bidome.

9'ê Cotmehê wê bi dirûşma "Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re" otobusa bi nêrînên Ocalan bi rê bikeve û li 33 bajarên Ewropayê bigere.