Şehîdên meha Cotmehê li Stûttgartê hatin bibîranîn

Bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad, şehîdên meha Cotmehê li Stûttgartê hatin bibîranîn.

Li bajarê Stûttgart ê Elmayayê, bi pêşengiya Ciwanen Azad, Jinên Ciwan ên Azad û meclîsa jinê ya Lavîn, şehîdên meha Cotmehê û endamên Tevgera Ciwanên Mexmûrê Hesen Şirnex (Huseyîn Kûlûman) û Alî Çîçek (Xelîl Alyan) ên li wargeha Ş. Rustem Cûdî şehîd bûn, civîneke bîranînê hate lidarxistin.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên meha Cotmehê û di şexsê Alî Çîçek de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê dest pê kir. Endamên Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad, di bîranînê de ji bo şehîdan meşa azadiyê kirin.

Dayika Elîf li vir bi kurtasî axivî û anî ziman, ku wê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û got, şehîd nirxê herî mezin ê welatparêzan e.

Endamê Ciwanên Azad Agir Botan jî got, "Şehîd Alî Çîçek ji bo me bû sembolek. Hevalekî xwedî vîn û dilsoziya xwe ya bi gelê Kurd û Rêbertî dihate naskirin. Heta roja dawî têkoşiya. Em ê xwedî li keda wî derkevin û xewn û xeyalên wî ku azadiya Rêberî û Kurdistanê ye, pêk bînin. Heta serketinê em ê têkoşîna şehîdan bidomînin."

Di bîranînê de du sînevîzyonên li ser Şehîd Alî Çîçek û şehîdên şoreşê yên meha Cotmehê û şehîd Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) hatin nîşandan.

Di merasîmê de Hozan Comert jî berhemên xwe pêşkêş kir.