Artêşa ku li Serhedê rezîl bû

Hêza şer a gerîlayên Kurdistanê, ku bi taybetî li Serhedê hate nîşandan, careke din raxist pêş çavan bê artêşa Tirk di vî şerî de çiqasî bêçare ye.

Artêşa Tirk ev bû 34 sal, ku li dijî gerîla şer dike. Ev 34 sal in her roj gerîlayên Kurd gelek caran 'diqedînin'. Li Serhedê careke din eşkere bû, ku dewleta Tirk vî şerî ji şerekî psîkolojîk ê li ser medyayê jî wêdetir, bi rengekî operasyoneke xapandinê dimeşîne.

Wezîrên şer ên AKP'ê, ku her roj derdikevin pêşberî kamerayan û teraneya 'me qedand, neman, cih nabînin ji bo birevin' dubare dikin. Ev gotin û daxuyaniyên wezîrên şer ên AKP'ê, ji aliyê gerîla ve hate pûçkirin. Bi taybetî performansa gerîlayên Kurdistanê ya li Eyaleta Serhedê, careke din nîşan da bê artêşa Tirk di vî şerî de çiqasî bêçare ye.

LI SER RÛYÊ ERDÊ NIKARE ŞER BIKE

Ya ku li Serhedê qewimî bi rastî jî çi bû? Operasyona 27'ê Îlonê dest pê kir, li bin guhê berxwedana çalak a gerîla ket. Li 9 nuqteyên cuda dor li artêşa Tirk hate girtin; vê dorpêçiyê heta danê êvarê dewam kir. Operasyonên artêşa Tirk bi giranî bi piştgiriya hewayî û teknîkan e. Lê di vê operasyonê de jî me dît; artêşa Tirk hêza teknîkê çiqasî bixe dewrê jî bi ti awayî nikare li ser rûyê erdê şer bike. Me li Serhedê dît, ku dema bixwaze ji erdê ve bi pêş ve biçe, li bin guhê çi dikeve. Ji Serhedê heta Botan û Zagrosan, ji ber ku hemû operasyonên artêşa Tirk bi desteka hewayî ne, îdîa dikin ku ew encamê digirin. Lê belê, bi taybetî rêbaza gerîla ya li Eyaleta Serhedî ev yek pûç kir.

GELEK CARAN CERIBANDIN

Dema ku mirov li berfirehiya çalakiyên li Serhedê dinerin, dibînin ku ti ji operasyonên nava salê hatine kirin bi ser neketine. Weke ku tê zanîn, berê jî bi tevlîbûna bi hezaran leşker, cerdevan û kontrayan derketin operasyonan. Rê hatin girtin. Herêmên ewlekariyê hatin ragihandin. Van hemûyan têra wan nekir, rabûn dîwar lê kirin. Ev jî têrê nekir, careke din hewl dan xwe biceribînin.

Encam bi vî rengî bû: Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ku li malpera fermî hate weşandin, 69 leşkerên Tirk hatin kuştin, 44 leşker birîndar bûn, derb li 2 helîkopterên bi tîpa Kobra hate xistin, 2 wesayitên leşkerî bi temamî hatin rûxandin, çekek sekvaniyê ya Kanas tevî malzemeyên xwe, debanceyek û gelek malzemeyên leşkerî hatin desteserkirin.

LI LEŞKERÊN XWE REŞAND

Di daxuyaniyê de detayê ku herî zêde balê dikişîne, derûniya ji ber vê têkçûnê rû daye. Artêşa Tirk bi rêya helîkopterên bi tîpa Kobra, gule li leşkerên xwe û cenazeyên leşkerên xwe reşand. Zîhniyeteke ku berê ji bo leşkerên xwe yên dîl hatin girtin gotibû 'xwezî cenazeyê wan bihata', ji bo leşkerên xwe yên sax mane dîl neyên girtin, li wan reşand. Ji xwe piraniya leşkerên tevlî operasyonê bûne jî, ji leşkerên pispor ên xwedî peyman pêk tên. Haya kesî ji van leşkerên pispor ên tên kuştin çênabe. Ji ber ku bi her leşkerekî pispor re li ser vê bingehê peyman hatiye îmzekirin.

TIFAQA BI ÎRANÊ RE

Artêşa Tirk, ku tevî hemû teknîka pêşketî jî li pêşberî gerîlayên Kurdistanê têk çûye, tifaqa bi artêşa Îranê re ji bo xwe weke çareyekê dibîne. Halbûkî medya şerê taybet a AKP'ê, her roj ji civaka Tirkiyeyê re dibêje 'gerîla qediya ye, nema dikare çalakiyan bike'. Têkçûna xwe weke serketinekê pêşkêş dike.

Wezîrê şerê taybet, ku îdîa dike 'wê gerîla heta 20'ê Mijdarê biqedîne', mirov meraq dike bê li pêşberî vê têkçûna xwe daxuyaniyeke çawa bide. Lê belê divê ev yek neyê jibîrkirin, artêşa Tirk dema ku têk diçe, yekser êrîşî mirovên sivîl dike. Lewma, dibe ku artêşa Tirk ji niha û pê ve jî êrîşî sivîlan bike û bi vî rengî bixwaze tolê ji Kurdan hilîne.