Erdogan û Rûhanî Başûrê Kurdistanê tehdîd kirin
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û Serokkomarê Îranê Rûhanî li hev civiyan.
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û Serokkomarê Îranê Rûhanî li hev civiyan.
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û Serokkomarê Îranê Rûhanî li Tehranê li hev civiyan û piştî civînê daxuyaniyeke hevpar belav kirin. Di navbera herdu welatan de peymana bazirganiyê hate îmzekirin.
Rûhanî piştî civînê got ku, “Pêwist e di navbera Îran, Iraq û Tirkiyeyê yekîtîyeke 3 alî pêk were. Hin kesên biyanî dixwazin li herêmê cudakariyên etnîk û mezhebî bikin. Dixwazin herêmê ji hev qut bikin. Her du welat jî em vî tiştî qebûl nakin. Armanca me ya bingehîn Iraq û Sûriyeya yekparçe ye. Gelê Kurdistana Iraqê jî birayên me ne. Hin kesên li wê derê biryarên şaş dan, divê wan biryarên xwe yên şaş telafî bikin. Têkoşîna li dijî terorîzmê armanca bingehîn a herdu welatan e. Çi DAIŞ, çi PKK.. Em ê destûrê nedin çalakî û tevgerên xedar ên li herêmê.”
ERDOGAN TEHDÎDÊN XWE DOMAND
Erdogan jî got ku, “Kêşeya Iraqê li pêş me ye. Me ji Rêveberiya Herêma Bakurê Iraqê re got ku em referandûmê nas nakin. Li Bakurê wê 350 km Tirkiye, li rojhilatê wê Îran, li başûrê wê rêveberiya navendî, li rojavayê wê Sûriye… Ev referandûma çi dikin? Ji xeynî Îsraîlê tu welatan negotine ku em wan nas dikin. Biryara wan a ku bi MOSSAD’ê re rûniştine û dane, ne meşrû ye. Ev gav wê bike ku Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê tenê bimîne.”
Erdogan diyar kir ku ew ê gavên girantir biavêjin û got, “Li Sûriyeyê, Tirkiye, Îran û Rûsya em pêvajoya Astanayê bi rê ve dibin. Em girîngiyê didin vî tiştî ku li wê derê şer çênebe.”