Parlamenteriya Konca ya HDP'yî tê betalkirin

Di rûniştina destpêkê ya sala nû ya qanûndanînê de, wê parlamenteriya Besîme Konca ya HDP'yî bê betalkirin.

Di rûniştina destpêkê ya sala nû ya qanûndanînê de, wê parlamenteriya parlamentera Sêrtê Besîme Konca ya HDP'yî bê betalkirin.

Piştî axaftinên li derveyî rojevê ya rûniştina îro ya meclîsê, wê tezkereya serokwezaretiyê ya têkildarî Besîme Konca hatiye amadekirin, bê xwendin. Piştî ku tezkere li civata giştî hate xwendin wê wekîltiya Konca bê betalkirin.

Dadgeha Herêmê ya Dîlokê, biryara dadgeha herêmî ku 2,5 cezayê girtîgehê bi îdîaya "propaganda rêxistinê" li Konca birî bû, di cih de dîtibû.