Elmanya wê 300 hezar Euro bide saziya Erdogan

Tevî ku karên wê yên sîxuriyê eşkere bûn jî, Elmanya hê jî alîkariya pereyan dide DÎTÎB'ê, ku yek ji saziyên sereke yên rejîma Erdogan e. Derket holê, hikumeta federal plan dike, ku ji budçeya sala 2018'an 300 hezar Euro pere bide DÎTÎB'ê.

Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB), ku bi 900 mizgeftên xwe li Elmanyayê bi rêxistin e, mîna saziyeke îstîxbaratê ya rejîma Erdogan dixebite. Wezîfedarên olî yên ji DÎTÎB'ê, ku meleyên saziya Diyanetê ya dewleta Tirk e, di salên dawî de agahiyên li ser Kurdan û mûxalîfên rejîma Erdogan kirin rapor û ji MÎT'ê re şand. Raya giştî bi vê hesiya bû.

Tevî ku karên wê yên sîxuriyê tê zanîn jî, hikumeta Elman ji bo projeyên cuda yên DÎT'ê alîkariya pereyan dike. Hikumeta Elman tevî ku li gorî salên bihurî 80 ji sedî yê alîkariya ji bo DÎTÎB'ê kêm kir, derket holê plan dike ji bo sala 2018'an 297.500 Euro pere bide DÎTÎB'ê.

SALA 2017'AN 1.5 MÎLYON EURO JI DÎTÎB'Ê RE HATE DAYIN

Wezareta Karên Hundir a Federal, bersiva da pêşniyar pirsa Partiya Keskan a li ser mijarê û diyar kir, ku ji bo sala 2017'an bi giştî 1,47 mîlyon Euro ji navend û saziyên DÎTÎB'ê re hatiye dayin. Di sala 2016'an de 3,27 mîlyon Euro ji DÎTÎB'ê re hatibû dayin. Li gorî van hejmara, tevî ku DÎTÎB saziyke dewleta Tirk e jî, fînansora wê ya herî mezin hikumeta Elman e.

Ji sala 2012'an û pê ve, wezaretên federal ên cuda bi giştî 6 mîlyon Euro pere da DÎTÎB'ê. DÎTÎB îdîa dike ku bi van pereyan qaşo 'projeyên ahengiyê' bi rê ve biriye. Lê belê karên ku li mizgeft, komele û dibistanên DÎTÎB'ê tên kirin, ev demeke dirêj e di rojeva medya Elman de ne.

HIKUMET FÎNANSORÊ SÎXURIYÊ YE!

Ji b ovê saziya ku ji ber karên sîxuriyê lêpirsîn lê hatiye vekirin, hikumeta Elman çawa çêdibe ku hê jî alîkariyê dike? Meha Sibatê, hin meleyên ji DÎTÎB'ê, ji ber 'karê sîxuriyê' li gorî xala 99'an a Qanûna Ceza ya Elman ketibûn ber lêpirsîna Serdozgeriya Elman.

Bi belgeyan derketibû holê ku li mizgeftên navborî propaganda rejîma Erdogan tê kirin, mirovên ji Erdogan hez nakin nav û nasnameya wan tê qeydkirin, meleyên tevlî dersên olî dibin, der barê malbatên şagirstan de agahiyan kom dikin.

Piştî ku DÎTÎB li Elmanyayê bû rojev, Sekreterê Giştî yê DÎTÎB'ê Bekîr Alboga mikur hat ku hin meleyan agahî kom kirine û ew ji ber vê yekê 'xemgîn' in. 10 ji 16 meleyên li Elmanyayê ketine ber lêpirsînê winda ne. Tê texmînkirin ku ev mele bi alîkariya dewleta Tirk reviyane Tirkiyeyê.

Tê gotin, ku der barê 6 meleyên Tirk ên mayî de, daxwaza girtinê ya dozgeriyê ji aliyê Dadgeha Federal ve hatiye redkirin. Mîna ku tiştek nebûye, ev mele li mizgeftan karê xwe didomînin.