Peyama sersaxiya NAV-DEM’ê ya ji bo Mam Celal
Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Elmanyayê ji bo Celal Talabanî (Mam Celal) ê ku duh jiyana xwe ji dest dabû, peyameke sersaxiyê weşand.
Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Elmanyayê ji bo Celal Talabanî (Mam Celal) ê ku duh jiyana xwe ji dest dabû, peyameke sersaxiyê weşand.
NAV-DEM’ê diyar kir ku ew bi xemgînî bi wefata Mam Celal hesiyane û di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:
“Em bi xemgînî bi wefata Mam Celal hesiyan.
Wefata Mam Celal ji bo gelê me windahiyeke mezin e. Mam Celal bi qasî ku di têkoşîna azadiyê ya Başûrê Kurdistanê de xwediyê cihekî taybet e, di warê geşkirina têkoşîna azadiyê ya hemû parçeyên Kurdistanê jî tevkariyên wî hene.
Mam Celal serokekî vê têkoşîna gelê Kurd e ya ku ew ê tu carî neyê ji bîr kirin û ew ê cihê xwe di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bigire.
Em di serî de ji Hêro Xan û Pavel Talabanî re, sersaxiyê ji malbata Talabanî re dixwazin û dibêjin bila serê gelê Kurd sax be.”