Demîrtaş: Wê cihê Mam Celal neyê tijî kirin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ew bi xemgînî bi wefata Mam Celal hesiyaye û sersaxî ji malbata Talabanî û gelê Kurd re xwest.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ew bi xemgînî bi wefata Mam Celal hesiyaye û sersaxî ji malbata Talabanî û gelê Kurd re xwest.
Peyama Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a ji bo Mam Celal wisa ye:
“Ji ber wefata Mam Celal ê ku herî dawîn sala borî li Silêmaniyê me hev dîtibû, ez gelekî xemgîn bûm.
Wefata Celal Talabanî yê ku ligel hemû zext û zordariyan dev ji têkoşîna xwe berneda û hemû jiyana xwe da têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê Kurd, ne bi tenê ji bo Kurdan ji bo hemû mirovayetiyê bûye sedema xemgîniyê.
Bila rehma Xwedê li Celal Talabanî be yê ku ew ê tu carî cihê wî neyê tijîkirin û ez sersaxiyê ji hemû hezkiriyên wî û ji gelê Kurd re dixwazim.”