Li Bajêrgehê gelek leşker hatin kuştin
Di çalakiya îro li nêzî bajarokê Bajêrgeh a Geverê hate lidarxistin de gelek leşker hatin kuştin.
Di çalakiya îro li nêzî bajarokê Bajêrgeh a Geverê hate lidarxistin de gelek leşker hatin kuştin.
Li nêzî bajarokê Bajêrgeh a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê hêzên gerîla li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakiyek lidar xistin.
Têkildarî encamên çalakiya îro di saetên sibehê de hatin dayîn, çavkaniyên ku agahî dan ANF’ê, diyar kirin ku gelek leşker hatine kuştin.
Rêveberên Tirk diyar kirin ku 4 leşker mirine, 4 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên çavakaniyên herêmê dane, tenê di çalakiya li dijî wesayîta leşkeran a li ser rêya ku diçûn dihatin de gelek leşker hatine kuştin.
Têkildarî mijarê hê HPG’ê ti daxuyanî nedaye.