KCDK-E ji bo Talabanî peyama sersaxiyê weşand

KCDK-E, ji bo lîderê YNK'ê Celal Talabanî, ku duh koça xwe ya dawî kir, peyameke sersaxiyê weşand.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji tevahiya gelên Kurdistanê hate xwestin û hat gotin, "Yek ji lîderên rêzdar ê gelê Kurd û damezrînerê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Birêz Celal Talabanî çû ser dilovaniya xwe. Mam Celal, ku li Berlînê dihata dermankirin ji ber nexweşiyê ji nava me veqetiya. Ji ber wefata Talabanî, em gelekî xemgîn in.

Talabanî ku di tevahiya emrê xwe de li nava gelê Kurd û têkoşîna azadiyê xwedî kedeke mezin e, piştî ku bi ezmûn û tecrûbeyên xwe ji nava me koç kir, mîrateyeke mezin a têkoşînê ji me re hişt. Di vê demê de ku gelê Kurd di pêvajoyeke zehmet de ye, qutbûna Mam Celal ji nav ame, windahî û valahiyeke mezin e.

Bi tecrûbeya xwe ya têkoşînê ya li erdnîgariya Kurdistanê, bi sekna xwe ya aştiyane ya li nava siyasetê û keda xwe ya ji bîr nabe ya li nava têkoşîna demokrasiyê, wê timî di nava têkoşîna me de hebe.

Talabanî ku di her kêliyê de bi rûmetî jiya, heta nefesa xwe ya dawî xwest gelê Kurd bibe yek û li welatekî azad bijîn. Mam Celal weke lehengekî ji bîr nabe yê vê têkoşînê, wê di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bê bîranîn û wê di rûpelên rûmetdarî yên vê dîrokê de cihê xwe bigire.

Bi navê KCDK-E em dibêjin, bila rehma Xwedê li Mam Celal be, ji malbata wî û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin."