KCDK-E: Em bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyên 7'ê Cotmehê bibin
KCDK-E, ji bo çalakiyên 7'ê Cotmehê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatan bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
KCDK-E, ji bo çalakiyên 7'ê Cotmehê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatan bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), li ser kampanya "Azadî ji Rêber Apo re" daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku kampanya wê 7'ê Cotmehê derbasî qonaxeke nû bibe û wiha hate gotin:
"Pêvajoya çalakiyan, ku pêkhate û meclîsên KCDK-E jî wê tevlî bibin, ji 7'ê Cotmehê û pê ve wê bi pêşengiya Tevgera Jinê derbasî qonaxeke nû bibe.
Hêzên navneteweyî, bi kûrkirina şerê navbera gel û baweriyên li Kurdistan û rojhilata Navîn re dixwazin serweriya xwe bidomînin. Ji bilî êş û barîna rondikan, ev polîtîkayên şer tiştekî nade gelan. Ev polîtîkayên şer, li gel talana xwezayê û tinekirina nirxên mirovahiyê, bi israr tê meşandin.
TC a dagirker ku yek ji welatên paşverû yên herêmê ye, tevî ku neçareseriyê giran dike, Rojhilata Navîn jî dixe nava kaoseke kûr. Faşîzma AKP-MHP'ê, polîtîkayên xwe yên înkar, komkujî û qirkirinê piştî Bakurê Kurdistanê, niha jî li Şengal, Rojava, Başûrê Kurdistanê, Ewropayê, bi kurtasî li gelemperiya cîhanê belav dike û dijminatiya li Kurdan mezin dike. Mêtingeriya TC li pêşberî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xurtî têk çûye. Dewleta Tirk di nava rewşeke tengav a giran de ye. Sîstemên paşverû xitimîn e, li herêmê gihane asta neçareseriyê. Mêtingeriya TC, ku hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê siyasî ve xitimiye, bi guhertina rojevê re, bi gotinên nîjadperestî re dixwaze armancên xwe yên dagirkeriyê bi ser bixîne.
'HETA KU RÊBER APO AZAD BIBE, SEKN WÊ LI ME NEBE'
Alternatîfa konfederalîzma demokratîk, ku Rêber Apo li Kurdistan û Rojhilata Navîn li dijî netewe dewletê pêşkêş kiriye, bûye hêviyeke mezin. Gelên herêmê li dora vê modela demokratîk a alternatîf li hev civiyane û meşa xwe ya azadiyê idomînin. Bi projeya xwe ya avakirina jiyaneke wekhev û azad a navbera gel û baweriyan re, çareseriyê pêşkêşî gelan dike. Modela Rojava ku ev paradîgma lê ketiye meriyetê, ji bo mirovahiyê bûye hêvî û yekane rêya çareseriyê. Gelên ji gelek nasname, ol û rengên cuda li dora vê modelê li hev civiyane û meşa azadiyê ya Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk tînin. Ev bayê azadiyê, bi hezaran mirovên ji çar aliyên cîhanê ber bi xwe ve dikişîne.
Vaye hevrê Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) ronahiya şoreşgerî ya paradîgmaya Rêber Apo û şoreşa Rojava ya li ser mirovahiyê dît û ber bi vê şoreşê ve beziya. Di şexsê Fîraz Dag de, şoreşa li Rojava gihîşt Ewropa û cîhanê. Ev meşa wekhevîparêz û azadîparêz, wê ji niha û pê ve bi hembêzkirina gelên Ewropa û cîhanê re mezintir bibe. Parastina şoreşa Rojava û hemû nirxên gelên me di asta jiyanî de girîng e. Her wiha ji bo hemû Kurdan û mirovahiya pêşverû erka rûmet û welatparêziyê ye.
Azadiya Rêber Apo jî ji ber vê yekê azadiya hemû gelan e, bi taybetî azadiya gelê Kurd e. Rêber Apo bi rastî jî bi modela jiyana demokrasiya konfederal re aştiyeke rasteqîn pêşkêş dike. Şer, talana xwezayê, zayendîperestî û zextên li ser ziman û olnan, bi fêhmkirina nêrînên Serok Apo dikare ji holê bên rakirin.
Weke hemû delegeyên kongreya KCDK-E me soz dan, heta ku Rêbe Apo azad bibe, sekn li me nîne. Li ser vê bingehê divê em ji xwe re weke wezîfeyekê bibînin ku bi hemû hêza xwe tevlî van çalakiyan bibin û her kesî tevlî çalakiyan bikin. Ji bo azadiya Rêberê xwe divê em neçin kar, ji niha ve destûrê ji kar bigirin, zarok neçin dibistanan û divê her tişt ji bo azadiya Rêberê me be. Ev yek, wezîfeyeke me ye ji bo Rêberê me."
KCDK-E bang li gelê Kurd, hemû şoreşger, demokrat, rewşenbîr, tevgerên aştî, jin û ciwanan kir, ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.
AGAHIYÊN LI SER ÇALAKIYAN
Li ser çalakiyan jî ev agahî hatin dayin:
"Bi pêşengiya TJK-E wê 7'ê Cotmehê li Bakurê Fransayê, Başûrê Fransayê, Hollanda, Belçîka, Elmanya: NRW, Bremen, Berlîn, Hannover, Kassel, Sachsen, Nurnberg, Munchen, Ûlm, Fransa; Rennes, Bordeaûx, Îngilîstan, Îtalya, Yewnanîstan, Qibris, Kanada, Awûtralya, Japonya, Awûstûrya; Lînz, Graz, Tîrol, Swêd; Stockholm, Goteborg, Danîmarka, Fînlandiya û Norwêcê çalakî werin lidarxistin. Em bang dikin, ku her kes bi ruhê seferberiyê tevlî van çalakiyan bibin.
Ji bo çalakiya rûniştinê, ku wê 9'ê Cotmehê li Strasboûrgê dest pê bike û heta 13'ê Cotmehê dewam bike, ji Swîsre, bajarên Mannheîm, Frankfûrt, Stûttgart û eyaleta NRW ên Elmanyayê beşdarî bê kirin û çalakiyeke navedî were lidarxistin.
Her wiha nûnerên sazî û şaredariyên welatîbûn û xelata aştiyê dane Rêbertî wê tevlî çalakiyan bibin. Ev komên navborî wê 2 rojan tevlî çalakiya rûniştinê bibin. Heman rojê wê Otobusa Azadî jî li Strasboûrgê dest bi rêwîtiyê bike. Li gel vê yekê, wê li ber avahiya Konseya Ewropayê, Însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re' dest bi asta navneteweyî ya kampanya 'Dem hatiye' bike."