Li Parîsê ‘Çalakiya Edaletê’
Li paytexta Fransa Parîsê, lêgerîna edaletê ya ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd vê hefteyê jî berdewam kir.
Li paytexta Fransa Parîsê, lêgerîna edaletê ya ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd vê hefteyê jî berdewam kir.
Çalakiya edaletê ya ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, vê hefteyê jî berdewam kir.
Çalakiya edaletê ya di bin pêşengtiya tevgera jinên Kurd ên Fransa ve hatî lidarxistin, endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî piştgirî dan.
Jinên Kurd di saet 14:00’an de li pêşiya avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê kom bûn û heta cihê qetlîamê avahiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Em edaletê dixwazin’, ‘Kujer Erdogan’ û ‘Jin Jiyan Azadî, Sara Rojbîn, Ronahî’ hatin berzkirin.
Meşvan dema gihiştin pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, ji bo hemû şehîdên şoreşê deqîqeyekê rêz girtin û piştre bang hate kirin ku bila edaleta dewleta Fransayê rastiyan derxîne hole.