Kurdên li Adigeyê peyama sersaxiyê dan malbata Talabanî
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, ji bo Celal Talabanî peyama sersaxiyê dan.
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, ji bo Celal Talabanî peyama sersaxiyê dan.
Li Komara Xweser a Adigeyê, ya bi ser Federasyona Rûsyayê ve, Meclîsa Otonomiya Çandê ya Kurdan a Adigeyê, ji bo Lîderê YNK'ê Celal Talabanî ku jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê da.
Li ser navê Otonomiyê, Alîkarê Hevserokê Meclîsê Xwedêda Ehmed li avahiya Otonomiyê axivî û got:
"Serokê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî 50 salên xwe da azadiya Kurdistanê. Nirxên ku wî afirandine di serî de ji bo Kurdên li Başûrê Kurdistanê ji bo ku hemû Kurdan giranbuha ne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran behsa rista wî ya di têkoşîna azadiyê û têkoşîna kiriye û destnîşan kiriye ku ew ji bo gelê Kurd nirxek e. Şehadeta Mam Celal ji bo hemû Kurdan, ji bo me bûye cihê kul û xemê. Di serî yê mabatê, serê hemû gelê Kurd sax be. Nirxên ku wî afirandine teqez wê gelê Kurd bigihîne azadiyê û wî rûmetdar bike."