MOP: Wê Asûr, Keldan û Suryan Mam Celal ji bîr nekin
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) ji bo Talabanî sersaxî xwest û got, “Mam Celal di warê demokrasiyê de ji bo gelê Kurd û gelên din serokekî hêja bû.”
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) ji bo Talabanî sersaxî xwest û got, “Mam Celal di warê demokrasiyê de ji bo gelê Kurd û gelên din serokekî hêja bû.”
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) ji ber wefata Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî îro peyameke nivîskî weşand.
Peyama MOP’ê wisa ye:
"Em li ser navê gelên Asûr, Suryan û Keldanî bi xemgînî hîn bûne ku Mam Celal jiyana xwe ji dest daye. Em ji malbata Talabanî re, ji gelê Kurd re, ji gelan re, ji YNK’ê re, ji hevrêyên wî re û ji derdorên demokrasiyê re sersaxiyê dixwazin.
Mam Celal emrê xwe da têkoşîn azadiyê ya Kurdistanê û ji bo parastina mafên demokratîk ên gelê Kurd di her qadê de xebitiye, piştî hilweşandina Seddam bûye Serokkomarê Iraqê.
Mam Celal di heman demê de dostê gelên Asûr, Suryan û Keldanî jî bû û bi kêşeyên wan re eleqedar dibû.
Ew ê Mam Celal her dem di dilê me de be.
Em ê vê dostaniyê bi têkoşîna xwe ya bi gelê Kurd re li her derê bidin jiyîn.
Em careke din sersaxiyê ji gelê Kurd û ji hemû gelên Mezopotamya û Kurdistanê re dixwazin."