Li Girtîgeha Bolû yê her tişt ji bo girtiyan hate qedexekirin!

Zext û zordariya li ser girtiyên li Girtîgeha Bolû yê her ku diçe zêde dibe. Girtiyê PKK’yî Ergîn Atabey bi rêya malabata xwe têkildarî îxlalkirina mafan agahî da.

Birayê girtiyê PKK’yî Ergîn Atabey ê li Girtîgeha Tîpa F a Bûlû yê ku cezayê heta heta lê hatî birîn Erol Atabey anî ziman ku birayê wî diyarkiriye ku bi îxlalkirinê cidî yên mafê mirovan re rû bi rû ne.

ÇI DIQEWIME?

Atabey ê girtî ku li gel malbatê hevdîtin kir, destnîşan kir ku di demê dawî de bi îxlalkirinên mafên mirovan ên cidî re rû bi rû ne, di bin navê lêgerînê de li qawîşan dest datînin ser radyonan, rêveberiya girtigehê bi taybet hinek rojname, kovara Modernîteya Demokratîk û hinek pirtûk nadin.

Bira Erol Atabey, têkildarî agahiyên birayê wî dayî ev tişt anî ziman:

“Dam birayê min ji bo hevdîtina bi rêya telefon û vekirî hevdîtin pêk anî, dema diçûn revîrê karta ku navnîşana wan li ser na li ser bûn; dema hevdîtina bi telefonê jî girît neçare nav û paşnav û hejmara lêgerînê ji ber bizane. Beriya 20 rojan jî Mahsûm Olçer ên hikûmxwariyê PKK’ê û her du birayên wî birin beşa qawîşa Fetoyî lê diman, diyar kiribû ku wê bi wan re bibin hevdîtinê. Li ser vê hevdîtina bi telefon û ya vekirî red kiribûn.

 ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN; BANGA HESTYARIYÊ DIKIN’

Girtiyên siyasî yên li Bolû yê, li dijî pêkanînên antî demokratîk wê heta dawiyê li ber xwe bidin, di raya giştî de jî banga hestyariyê dikin.