PYD'ê ji ber wefata Mam Celal sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest

Hevserokên PYD'ê ji ber wefata lîderê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî peyamek weşand û sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest.

Peyama Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya sersaxiyê wiha ye:

"Bi xemgîniyeke mezin, me wefata Serokê YNK û Serokkomarê berê yê Iraq a Federal Mam Celal Talabanî bihîst.

Em wekî Hevserokatiya PYD'ê sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê, malbata Mam Celal û hemû hevreyên wî yên YNK'ê re dixwazin û em ji xwedê dixwazin ku sebirê bide wan.

Her wiha ji ber wefata kesayeta ku temenê xwe di xebatên siyasî de ji bo doza kurdî û niştimanî derbas kiriye, em sersaxî ji xwe re û hemû hêzên  siyasî yên  demokratîk, Kurd û Kurdistanê re dixwazin."