Adar û Asta li Bîenneyê hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG’ê Emîne Yorulmaz (Zîlan Adar) û Gulcan Arik (Zeynep Asya) ku di demên cuda de şehîd bûbûn li Swîsreyê Bîenneyê hatin bibîranîn.
Gerîlayên HPG’ê Emîne Yorulmaz (Zîlan Adar) û Gulcan Arik (Zeynep Asya) ku di demên cuda de şehîd bûbûn li Swîsreyê Bîenneyê hatin bibîranîn.
Gerîlayên HPG’ê Emîne Yorulmaz ku 23’yê Îlona 2017’an li Şirnexê di şerê dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû û Gulcan Arik ku 17’ê Îlonê li Herekol Sêrtê şehîd bûbûn li Swîsre Bîenneyê hatin bibîranîn.
Bernameya bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bîenneyê bi tevlêbûna malbatan û gelek Kurdistaniyan pêk hat. Li hêwana bîranînê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin daleqandin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên şoreşê li ser navê NCDK-Swîsreyê û Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin, di axaftinan de behsa girîngiya şehîdan a di têkoşîna azadiya Kurd de hate kirin û hate gotin, ‘’Em bi şehîdên ku ji bo gel û welatê xwe bê dudilî canê xwe dan hatin van deran. Divê em Kurd mîrateya wan hilgirin û geş bikin. Şehîd wê di têkoşîna me de bijîn.’’
‘ZAROKÊN SEMSÛRÎ WÊ BI MÎRATEYA KU ZÎLAN HIŞTÎ MEZIN BIBIN’
Piştre kurapê gerîla şehîd Emîne Yorulmaz (Zîlan Adar) Hasan Yorulmaz axivî. Yorulmaz got, ‘’Heval Zîlan dibe ku îro şehîd bûbe lê bi milyonan li pey Zîlan in.’’
Yorulmaz got Zîlan Adar li bajarê wan Semsûrê bandoreke mezin çêkir û got, ‘Wê nîşanî me da ku divê şoreşgertî û jinbûn çawa were jiyîn. Zarokên Semsûrî wê bi mîrateya ku Zîlan hiştî mezin bibin.’’
Yorulmaz got nêz e ku têkoşîna azadiyê serfiraz bibe û got, ‘Îro bi milyonan li pey Rêber Apo ne. Herê Zîlan û Zeynep li dijî her cure înkarê ketin ser rêya çiyayên azad û şer kirin. Îro yên ke dibêjin ew mirine divê baş zanibin ku ew ê di têkoşîn gel de, li eniyên pêş wê bijîn û şer bikin.’’
Piştî axaftinan sînevizyonek li ser gerîlayên şehîd Zîlan Adar û Zeynep Asya hate nîşandan.