Li Tehranê 6 karkerên Kurd şewitîn

Li paytexta Îranê Tehranê 6 karkarên Kurdên Îlamê di şîrketa petrolê de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta Îranê Tehranê roja Înê şewat li şîrketeke petrolê ket. Di encamê de 10 karkeran jiyana xwe ji dest da. Her şeş karker Kurdên Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ne.

Navê karkerên Kurd ên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne; Secad Darabî, Purya Darabî Muhsin Darabî, Efşar Mîrzayî, Karzan Emîrî û Nîhmet Kiwêxayî.

Cenazeyên karkeran şandin  Îlamê  û duh hatin veşartin.

Hêjayî gotinê ye, li Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku kar nîne Kurd berê xwe didin bajarên Îranê yan ji karê kolberiyê dikin. Li bajarên Îranê jî ji ber ku xerîb in, karên herî metirsîdar didin wan.