Gelo wê ji rejîma Erdogan re hezar tankên din ên Elman bên dayin?

Fîrma çekan a Elman Rheînmetall, ku plan dikir hezar panzeran ji bo rejîma Erdogan hilberîne, ji ber aloziya navbera her du welatan, projeyên xwe yên li Tirkiyeyê sekinandibû. CEO'yê şîrketê Armîn Papperger got, "Em li benda sererastkirina têkiliyan e."

Di navbera fîrmaya parastinê ya Elmanyayê Rehînmetall û Saziya Endustrî ya Makîne û Kîmya ya Tirkiyeyê (MKEK) de heta niha di mijara hilberîna cebilxane û modernîzasyonê de gelek peyman hatin îmzekirin. Di nava van projeyan de modernîzasyona tankên Leopard û hilberîna cebilxaneya balafirên şer ên Tirk li Tirkiyeyê jî hebûn.

Berdêla projeya tankan a Altayê 7 mîlyar Euro bû. Îhaleya beşa destpêkê ya vê projeyê ku ji 100 heta 200 tankan pêk tê, ji Rehînmetall û fîrmaya hilberîna qeymon û otobusan a Tirk BMC re hatibû dayin. Her du fîrmayan li Enqereyê RBSS ava kirin û 40 ji sedî yê para RBSS yê Rehînmetall e.

Biryara li ser sîparîşa destpêkê ku bi giştî hezar panzer e, wê di sala 2018'an de bê dayin. CEO yê Rheînmetallê Armîn Papperger ji ajansa nûçeyan a Elman (DPA) re axivî û diyar kir, ku gelek projeyên wan ên ji bo artêşa Tirk niha sekinîne. Projeyên ku Papperger qalê dike; modernîzasyona tankên Leopard ên di dstê artêşa Tirk de ne û hilberîna cebilxaneya balafirên şer e.

Papperger îdîa kir ku wan ti carî plan nekirin ku li Tirkiyeyê bi tena serê xwe febrîqeyeke çêkirina tankan ava bikin. Papperger diyar kir, ku îhtimala destûrgirtina ji hikumetê ji bo firotina çekan ji Tirkiyeyê re kêm e û got, "Heta ku têkiliyên bi Tirkiyeyê re sererast nebin, zehmet e ku Elman firotina çekan erê bike."

Papperger anî ser wê yekê, ku ji bo Rheînmetall li Tirkiyeyê kar bike, divê her du hikumet ji nû ve bibin dostên hev. Biryara ji bo hilberîna tankên ji artêşa Tirk re bên dayin, di sala 2015'an de ji aliyê Rheînmetall ve hatibû dayin û rayedarên fîrmayê jî ji bo vê çûbûn qesra Erdogan.

Wêneyên menajerên şîrketa Rheînmetallê yên li qesra Yildiz a Stenbolê ku Erdogan pêwşaziya wan kir, meha Tebaxê di çapemeniya Elman de hatibûn weşandin.

PLANA VEŞARTÎ YA ŞEFÊ RHEÎNMETALL!

Armanca projeya ku Musteşariya Pîşesaziya Parastinê ya Tirk (SSM) bi fîrma Elman re dimeşîne ew e ku artêşa Tirk cebilxaneya xwe bi xwe çêbike. Şefê Rheînmetallê Armîn Papperger beriya niha bêyî bikeve nava nîqaşên polîtîk gotibû ku wan planên demdirêj kirine.

Rayedarê ku Papperger bi rêk û pêk pê re rûdinê, Wezîrê Karên Derve Sîgmar Garbîel e ku dema dawî gelekî bi Erdogan re li pêşberî çapemeniyê nîqaşan dike. Ligel pêkanînên ku hikumeta Merkel ragihandibû ku li dijî desthilatdariya AKP'ê di meha Tîrmehê de dikevin meriyetê, di desteya wezîran de ti wezîr li ber plana Rheînmetallê ya ji bo hilberîna panzeran li Tirkiyeyê derneket.

Elmanyayê ji sala 2013'an û vir ve bi sedan tankên Leopard firot Tirkiyeyê. Artêşa Tirk bi rêya van tankan Rojavayê Kurdistanê û Sûriye dagir kiribû.