Bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê ji bo Ocalan çalakî hate lidarxistin

Li Bremenê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê çalakiyek hate lidarxistin.

Li Elmanyayê Kurdistanî bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê hatin ba hev û ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek li dar xistin. Komên Zarok û Folklorê ya Aram Tîgran û Navenda Çanda Êzdîxan û gelek Kurdistanî beşdar bûn.

‘HETA KU HEVDÎTIN PÊK WERE WÊ ÇALAKIYA ME BIDOME’

Di çalakiyê de daxuyaniya TEV-ÇAND’ê hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Heta ku hevdîtin bi Rêzdar Ocalan re were kirin em ê nerazîbûnên xwe yên demokratîk bidomînin. Êrîşên li ser gelê Kurd bi asîmîlasyon û qirkirinê didome. Her çiqas beşeke komplovanan li holê xuya nekin jî, piştgiriya siyaseta êrîşkar a dewleta Tirk dikin û wan teşwîq dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de banga bilindkirina çalakiyên ji bo Ocalan hate kirin.